Bozyel: KNK nûnertiya hemû kurdan nake

26-05-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR) Bayram Bozyel diyar kir ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) nûnertiya hemû kurdan nake. Bozyel piştgirî da pêvajoya nû ya li Tirkiyê û ji hikûmetê xwest, gavên pêwîst ji bo çareseriya pirsa kurd li Tirkiyê bavêje.

Cîgirê serokê HAKPARê Bayram Bozyel derheqê rojeva Tirkiye û bakûrê Kurdistanê de ji Rûdawê re axivî.

Bozyel behsa 13. Civîna KNKê ku ji duh ve li Brûksela paytexta Belçîka tê sazkirin, kir û da zanîn, KNK ne partiya wan û ne jî partiyên din ên bakûrê Kurdistanê venexwendiye civînê û wiha anî ziman: “Ji ber ku KNK ji aliyê PKKê ve hatiye damezirandin û nûnertiya hemû kurdan jî nake.”

Li gorî Bayram Bozyel, pirsa kurd li Tirkiyê tenê sekinandina şer nîne û tenê bi PKKê ve jî girêdayî nîne û wiha pêde çû: “Çareseriya pirsa kurd tê wateya standina mafên qanûnî, siyasî, civakî, aborî û ziman lê sekinandina şer rê dide ku xebatên siyasî, demokratîk û sivîl xurt bibin.”

Cîgirê serokê HAKPARê da xuyakirin ku PKKê şer sekinandin û dest bi vekişînê kir lê divê hikûmeta Tirkiyê jî hin gavên berçav bavêje û wiha nirxand: “Helbet hinek hewl hatine dayîn lê kêm û biçûk in û heta niha jî hewlên han nebûne fermî.”

Bayram Bozyel ji hikûmeta Tirkiyê xwest ku sîstema cerdevaniyê li bakûrê Kurdistanê bê rakirin û mercên daketina gerîlayên PKKê ji çiyê jî bên amadekirin da ku bikaribin tevlî civakê bibin.

Bozyel behsa bûyer û kiryarên ku wek “bûyerên tarî” tên binavkirin jî kir û daxwaza lêkolînên berfireh derheqê wan bûyeran de kir û diyar kir ku divê navên gund û deverên kurdan ên ku bi tirkî hatine nivîsandin dîsa bibin kurdî û gundî bikarin vegerin gundên xwe.

Cîgirê serokê HAKPARê ku serokê berê yê wê partiyê bû, da zanîn ku HAKPARê nêrînên xwe li ser pêvajoya nû pêşkêşî komîsyona Aqilmendan û wezareta hundir a Tirkiyê kiriye.

Bayram Bozyel di dawiyê de hêviya xwe li hember pêvajoya nû ya li Tirkiyê anî ziman û got, dema pêvajoya aştî û çareseriyê bi ser bikeve wê çaxê gelên kurd û tirk dê bikarin bi hev re bijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst