Galeriya wêneyan

26-03-2017
11 Photos
Rûdaw

Raniye (Rûdaw) –

 

Derbenda Raniye li sînorê Rêveberiya Raperînê ku ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve ye, yek ji cihên geştyarî yên vê deverê ye û salane hejmareke zêde ya welatiyên Kurdistanê û geştyarên ji Iraq Îran û welatên din serdana wê dikin.

 

Her çi qas ku ji aliyê geştyarî ve giringiyek wisa bi wê deverê nehatiye dan, lê belê ji ber bedewî û balkêşiya sirûşta wê û bi taybetî di werza buhar û Newrozê de dibe yek ji wan cihan ku gelek kes serdana wê dikin.

 

Pisporên warê geşryariyê amaje bi wê çendê dikin, ku eger giringî bi wê deverê were dan, dê sektora geştyariyê li wê derê geştir bibe û bibe çavkaniya dahatek baş bo xelkê sînorê wê herêmê.