Kobanî.. Tenê 2 kolan mane

26-01-2015
Hoşmîn Iniz
A+ A-

Kobanî (Rûdaw)- Hêzên kurdî li Kobanî pêşve diçin û karîn îro taxa Pîşesaziyê bi temamî kontrol bikin û niha tenê 2 kolan mane ku Kaniya Kurdan jî rizgar bikin.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanî Muslih Zîbarî ji Rûdawê re ragihand: “Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge îro karîn taxa Pîşesaziyê rizgar bikin û niha li taxa Kaniya Kurdan şerkî giran heye.”

Muslih Zîbarî wiha got: “Hêzên kurdî li taxa Kaniya Kurdan pêşve diçin û niha tenê 2 kolan mane ku bi yekcarî were rizgarkirin.”
   

Zêbarî wiha domand: “Hêzên kurdî ji ber hejmara zêde ji çekdarên xwekuj ên DAIŞê û otomobîlên bombekirî bilez pêşve naçin, lê rizgarkirina wê taxê pir nêzîk e.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha tekez kir ku, “Bi rizgarkirina taxa Kaniya Kurdan tenê taxa Miktelê di destê DAIŞê de dimîne ku Kobanî bi yekcarî were rizgarkirin û rizgarkirina wê taxê jî pir hêsan e.”

Muslih Zîbarî gotina xwe wiha qedand: “Ji aliyê başûr de, şervanên YPGê piştî rizgarkirina gundê Memîtê û Termikê niha derdora wan herdu gundan ji bombe û mayînan paqij dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst