Galeriya wêneyan

25-12-2020
30 Photos
RÛDAW

Hewlêr (Rûdaw) –  Krîstiyanên Hewlêr û Enkawe weke krîstiyanên din ên li Herêma Kurdistanê û cîhanê, roja jidayikbûna Hz. Îsa Mesîh bi bîr anîn û nimêja qedasê xwandin.

Li gor amarên Rêveberiya Karûbarên Kirîstiyanan li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê, bi giştî 270 dêr li Herêma Kurdistanê hene û îsal di nîvê wan dêran de nimêja qedasetê bo cejna jidayikbûna Hz. Mesîh tê kirin.

Şeva 24 li ser 25ê Kanûnê, cejna Krîstiyanan e ku têde bawermendên vê olê duayan dikin û ahengan digêrin, lê îsal ji ber metirsiyên vîrusa Coronayê, biryar hatiye dan ku merasim tenê li dêran bên sazkirin û ti çalakî û ahengeke din neyê lidarxistin  û ji bilî nimêj û duayan ti merasimeke pîrozbahiyê neyê pêkanîn.

Dêra Mar Yûsif li Enkawe ya Hewlêrê yek ji wan dêrên Herêma Kurdistanê ye ku nimêja cejna jidayikbûna Hz. Îsa Mesîh têde tê xwandin.