PAKê desteserkirina Haci Tunç şermezar kir

25-11-2021
RÛDAW
Nîşan Haci Tunç PAK Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – PAKê desteserkirina Haci Tunç ku li Wanê ji Mustafa Sarigul re gotibû, “Ev der Kurdistan e” şermezar kir.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) derbarê desteserkirina welatiyê Kurd ê bi navê Haci Tunç ku duh li Wanê ji Serokê Partiya Guherînê ya Tirkiyê Mustafa Sarigul re gotibû, “Berî 1000-2000 salan ev der Kurdistan bû û dê dîsan wek Kurdistan bimîne” û daxuyanî da.

PAK dibêje, “Navê welatê me Kurdistan e û bi desteserkirin, înkar, asîmîlasyon, êriş û kuştinan, Kurdistan nayê tunekirin û jinavbirin.”

Herwiha PAK desteserkirina Haci Tunç wek “bêtehemuluya li dijî rastiya Kurdistanê” binav kir û şermezar kir û herwiha daxwaz kir ku Haci Tunç “demildest” bê berdan.

Serokê Partiya Guherînê ya Tirkiyê Mustafa Sarigul roja 23ê Mijdara 2021ê serdana parêzgeha Wanê kir û ligel çend esnaf-kasibkar û xelkê navçeyê civiya. Di dema serdanê de esnafê bi navê Haci Tunç li navçeya Rêya Armûşê ji Sarigul re got: "Çiqas ziman hebin ewqas şadî ye. Dewlemendî bi hertiştî ve girêdayî ye. Bi ziman, netewe, nerît û çandê ve girêdayî ye. Çanda rojhilatê gelek cuda ye. Divê em rojhilatê ji bîr nekin. Hevalekî me li Sêrtê got ev der Kurdistan e. Berî 1000-2000 salan ev der Kurdistan bû û dê dîsan wek Kurdistan bimîne. Divê em îtîraz nekin. Xwedê em afirandine. Xwedê Kurdî, Tirkî, Erebî û Inglizî jî dizane."

Piştî van gotinan Mustafa Sarigul jî got, "Li ser axa komara Tirkiyê herkes bi wayekî azad dikare li ser netewe û ramana xwe biaxive. Em dê ligel wan welatiyên ku dibêjin yekitiya alê û sînoran bin."

Derbarê bûyerê de Rêveberê Baroya Wanê Kadir Kutevi ji Rûdawê re axivî tekez kir ku welatiyê bi navê Haci Tunç ji ber di axaftina xwe ya ligel Mustafa Sarigul de peyva Kurdistan bikar aniye hatiye desteser kirin û got: “Navê wî welatiyî Haci Tunc e û xelkê Colemêrgê ye. Doh li bazara gel a Wanê dema ligel Mustafa Sarigul axivî ye peyva Kurdistan bikar aniye û ji ber vê yekê îro (24ê Mijdara 2021an) hatiye desteserkirin û niha li Navenda Rûbrûbûna Terorê tê ragirtin.”

Kutevî destnîşan kir ku parêzarên girêdayî Baroya Wanê hewl dane Haci Tunc bibînin, lê  ji aliyê hêzên ewlekariyê ve rê bo wan nehatiye dayîn.

Berî niha jî li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê welatiyê bi navê Cemil Taşkesen ji ber ku di axaftina xwe ya ligel Seroka ÎYÎ Partiyê de gotibû “ev der Kurdistan e”  bi heman awayî hatibû desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst