Dayikek Kurd bûye dest û lingên keça xwe ya astengdar

25-10-2018
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistan Riha Kaniya Xezalan Hatice Aykut
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Kaniya Xezalan a Rihaya Bakurê Kurdistanê Hatice Aykut a dayîka 7 zarokan heroj keça xwe ya ji ling û destên xwe ve astengdar Halime (8) li ser pişta xwe dibe dibistanê û tîne.

 

Hatice Aykut a li navçeya Kaniya Xezalan a Rihaya dijî ku karkera demkî ye, keça xwe ya asteng haeî dinê heroj li ser pişta xwe dibe dibistanê.


Keça Ahmet û Hatice Aykut a bi navê Halime ji 7 zarokên wan a şeşê ye û ji ling û destên xwe ve bi astengî jidayîk bûye.


Malbata Aykut zaroka xwe careke dane emeliyatkirin, lê Halime baş nebûye û hej nikare ling û destên xwe bikar bînin. Halime îsal dest bi dibistanê kiriye.


Hatice wek pitik bi zaroka xwe re eleqer dibe û heroj 700 metreyan li ser pişta xwe dibe dibistanê û tîne.




Dayîka fedarkar diyar kir ku ew ji bo keça xwe ya astengdar amade ye her tişt bike û wiha pê de çû: “Ez hem bi karê çandiniyê ve mijûl dibim û hem jî karên rojane yên amlê dikim. Şikir ji Xwedê zarokên me yên din baş in, tenê Halime wiha ye. Nikare lingên xwe bikar bîne, lewma ez bi wê re bi taybetî eleqedar dibim. Dest bi dibistanê kiriye, gelek serkeftî ye. Hevjînê her tim kar dike lewma ez wê dibim dibistanê. Li dibistanê yan xuşka wê ya mezin an jî mamosteyên wê jê re dibin alîkar. Ez hêvîdar im ew dê bixwîne.”


Muxtarê taxê Mustafa Arslan jî da zanîn ku di ware aborî de rewşa malbata Aykut nebaş e, û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst