Galeriya wêneyan

25-09-2024
18 Photos
Bilind T. Abdullah

Li Herêma Kurdistanê Serdema Perwerdeyê ya 2024-2025an dest pê kir.

Li Dibistana Seretayî ya Tarayê jî coşa destpêkirina perwerdeyê hebû.

Ev dibistana du tebeqî ji 31 polan pêk tê û 58 mamoste û 789 xwendekarên wê hene.

Gerînendeya Dibistanê Şehnaz Usmanê da zanîn ku ew dê îsal xebatên baştir bikin da ku xwendekar bigihin asteke gelekî çêtir.

Şehnaz Usmanê diyar kir ku li Dibistana Seretayî ya Tarayê pola perwerdeyê ya taybet, atolye, pirtûkxane û laboratuwar hene.

 

Wêne: Bilind Tahîr / Rûdaw