Dengdan bi dawî hat; Hejmartina dengan dest pê kir

25-09-2017
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Referandum Serxwebûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî dirêjkirina demjimêrekê bo dema dengdana di referanduma serxwebûna Kurdistanê de, di saet 19:00 de deriyên sindoqan hatin girtin û proseya hejmartina dengan bi fermî dest pê kir.

 

Biryar bû di demjimêr 18:00ê êvariya îro de proseya dengdana di referanduma serxwebûna Kurdistanl de bi dawî bihê, lê belê ji ber zêdebûna dengderên ku li ber deriyên navendên dengdanê di nobetê de mabûn, bi biryara Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê v edema dengdanê bo demjimêrekê wate heta demjimêr 19:00ê êvarî hatibû dirêjkirin.

 

Li gel ku li gelek bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê hejmareke zêde ya xelkê hêj li ber deriyên navendên dengdanê rawestiyabûn û li bendê bûn ku mafê xwe yê dengdanê bi kar bînin, lê belê komîsyonê biryar da, ku dema dengdanê zêdetir neke û tam di demjimêr 19:00 de deriyên navendên dengan hatin girtin.

 

Piştî daxistina sindoqan û girtina deriyên navendên dengdanê, proseya cudakirin û hejmartina dengan dest pê kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst