Serokê Giştî yê Tevgera Goran dengê “erê” da

25-09-2017
RÛDAW
Omer Seyîd Elî
Omer Seyîd Elî
Nîşan Serxwebûn Giştpirsî Kurdistan
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Tevgera Goran Omer Seyîd Elî li Silêmaniyê ji bo giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê dengê xwe bikar anî û paşî ragihand, ku wî dengê “erê” bikar aniye.

 

Îro li seranserê Başûrê Kurdistanê ji bo serxwebûnê referandûm tê kirin. Serok û serkirdeyên kurd yek bi yek diçin ser sandoqan û deng didin.

 

Serokê Giştî yê Tevgera Goran Omer Seyîd Elî li bajarê Silêmaniyê çû ser sandoqê. Piştî dengdanê Goran Omer Seyîd Elî got: “Giştpirsî ne mijareke siyasî ye û nabe bibe mijareke şexsî jî.”

 

Serokê Giştî yê Tevgera Goran got, ku wî dengê erê daye ji bo serxwebûna Kurdistanê.

 

Hêjayê gotinê ye, ku Tevgera Goranê helwesta xwe ya derbarê bo referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de duh bi şev eşkere kiribû û ji endam û alîgirên xwe xwest, ku di referandumê de çawa dixwazin wisa deng bidin.

 

Herwiha îro di çarçoveya proseya giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê de serkirde û berpirsên Başûrê Kurdistanê dengê xwe bikar tînin.

 

Piştî Serok Barzanî, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Yekemîn ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahadîn Bahadîn, Sekreterê Giştî yê Komela Îslamî Elî Bapîr, Rêberê Tevgera Îslamî li Kurdistanê Îrfan Ebdulezîz, Berpirsê Polîtbûroya YNKê Mele Bextiyar, Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, Parêzgarê Duhokê Ferhat Etrûşî û Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî jî dengên xwe dan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst