Artêşa Tirkiyeyê top û tank li ser sînorê Bakur û Rojava bicîh kir

25-09-2014
RÛDAW
A+ A-

Sirûc (Rûdaw) – Artêşa Tirkiyeyê gellek top û tank li ser sînorê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê bicî kir. Bi hezaran kes dê îro tevlî çalakiya nobedariya sînor bibin.

Reva ji herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ji ber êrişên DAIŞê didome û heta niha bi deh hezaran kes ji Kobanî reviyane Bakurê Kurdistanê.

Tirkiyeyê ji tirsa ku şer û pevçûnên navbera DAIŞ û hêzên YPGê nêzîkî sînorê wê bibin, li ser sînorê Rojava û Bakur hêzên leşkerî, top û tank bicî kir, her wiha tîmên çavdêriya sînor jî hatin zêdekirin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, ew kesên ku ji Kobanî derbasî Bakur dibin bi hûrî tên sehkirin lê hêzên tirk nahêlin penaberên Kobanî pez û otomobîlên xwe bi xwe re derbasî aliyê Bakur bikin lê debar û alif bi kepçeyan ji pez û dewaran re derbasî aloyê Rojava tê kirin.

Ji aliyekî din, xort û zimanên Rojavayê Kurdistanê bi taybet yên Kobanî yên ku malbatên xwe derbasî aliyê Bakur kirine ji deriyê sînorî yê Murşid Pinarê re dîsa derbasî aliyê Rojava dibin û ji bo şerê li dijî DAIŞê diçin Kobanî.

Şandeke Partiya Komarî ya Gel (CHP) duh serdana penaberên Kobanî yên li navçeya Sirûcê ya Rihayê hatine bicîhkirin, kir û ji nêzîk ve rewşa wan şopand.

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Velî Agbaba ku endamê şanda CHPê ye, ji Rûdawê re got, li ser sînor tedbîrên awarte yên ewlehiyê hatine girtin û wiha axivî: “Tişta ku cara ewil bala me kişand ev bû. Gundên wir ji aliyê hêzên polîs û leşkeran ve hatine dorpêçkirin. Mirov dibêje qey operasyoneke leşkerî li wir heye.”

Velî Agbaba da zanîn ku ew deriyê ku penaberên Kobanî tê re derbasî aliyê Tirkiyeyê dibin pir xirab e ji ber wê jî him penaber him jî karmendên derî bandor dibin.

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê anî ziman ku li gorî dewlet dibêje ewqasî jî alîkarî ji penaberan re nehatiye kirin û wiha got:

“Pirsgirêkên penaberan zêdetir ji aliyê gelê wir ve tên çareserkirin. Kamp tên çêkirin lê penaber zêdetir di nav mizgeftan û salonên dawetan de dimînin. Dibêjin 150 hezar kes derbasî aliyê Tirkiyeyê bûne lê me ewqas mirov li wir nedît. Li wir tirs heye. Divê alîkariyên mirovî bên şandin. Me şer û pevçûn nedît lê dengê şer tê bihîstin.”

Komek lîder û nûnerên partiyên siyasî jî dê îro saet 14:00 li ser sînor daxuyaniyeke çapemeniyê bidin.

Tê zanîn, piştî ku hatibû îdiakirin “endamên DAIŞê ji Tirkiyeyê derbasî Rojava bûne” komek gelê Bakurê Kurdistanê li ser sînor kom bibû û li wir nobedarî dikir.

Îro jî bi hezaran kes dê berê xwe bidin sînor û tevlî wan nobedaran bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst