500 milyon dînar ji bo tedawiya xizmên şehîdan tê dabeşkirin

25-07-2018
RÛDAW
Nîşan Şehîd Enfalkirî Alîkarî Dabeşkirin
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan a Silêmaniyê 500 milyon dînar (derdora 416 hezar dolar) ji bo tedawiya tendirustiya xizmên şehîdan û zindaniyên siyasî xerc dike.

 

Beşa Ragihandinê ya Rêveberiya Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan a Silêmaniyê  derbarê xerckirina 500 milyon dînar ragihand ku piştî hewldan û biryarên Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî dest bi dabeşkirina alîkariya tendirustî hatiye kirin ku ji bo birîndarên kîmyayî, zindaniyên siyasî û hemû wan kesên ku ji bo neştergeriya serî lê dane, li gor rêkarên Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan dê ji wan re were dayîn.

 

Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan a Silêmaniyê ji kesên ku di mehên 11 û 12an ên sala 2012an de ji bo tedawiya tendirustiyê ji berîka xwe lêçûnên tedawiyê dane daxwaz kir ku, serdana Rêveberiya Şehîd û Enfalkiriyan bikin daku pereyên lêçûnên tedawiyê ji wan re werin dayîn û herwiha kesên ku dixwazin, ji bo wergirtina alîkariyê  serdanê bikin.

 

Hêjayî gotinê ye ku roja 12-06-2018an Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan, 55 milyon dînar ji bo heman mebestê bi ser koma yekem de dabeş kiribû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst