XANEQÎN - Ji ber gefa DAIŞê gundê Kurdan hat valakirin

25-07-2018
RÛDAW
Nîşan Xaneqîn Gund Kurd Valakirin Gef DAIŞ
A+ A-

Xaneqîn (Rûdaw) – Niştecihên gundê Merdan ê ser bi navçeya Xaneqîn ji ber "gefa çekdarên DAIŞê" gundê xwe vala kirin û berê xwe dan navenda Xaneqînê.

 

Niştecihê gundê Merdan, Xesrew Elî ji Rûdawê re ragihand: “Ji wê dema ku hêzên Pêşmerge ji vê herêmê derketiye, heta niha ji niştecihên gundê me pênc kes hatin kuştin. Ti pirsgirêka me ya civakî jî bi kesekî re tine ye. Kesên ku xizmên me dikujin çekdarên DAIŞê ne.”

 

Xesrew Elî herwiha diyar kir: “Vê êvarê em şêniyên gund ku 12 malbat in, me biryar da ku warê xwe terk bikin, bi awayekî berdewam metirsiya çekdarên nenas û çekdarên DAIŞê li ser jiyana me heye.”

 

Welatiyekî din ê ji gundê Merdan ku nexwest navê wî were eşkerekirin û navê wî li cem Rûdawê parastî ye, diyar kir: “Kesên ku xizmên me kuştin tenê çekdarên DAIŞê nebûn, gumana me li ser çekdarên Heşda Şeibî jî heye, çimku plana wan ew e ku niştecihên gundên Kurdan, gundên xwe terk bikin.”

 

Rêveberê Polîsê Xaneqîn Diyar Şewket ji Rûdawê re ragihand: “Me ji şêniyên gund daxwaz kir ku gundê xwe terk nekin û em ê wan biparêzin, lê ew razî nebûn.”

 

Gundê Merdan 15 kîlometre dikeve rojavayê navçeya Xaneqînê, gundekî Kurdan e û xelkê wê derê zaravayê Kelhûrî diaxivin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst