Çoman (Rûdaw) – Gola Bêkodiyan bilindtirîn gola Başûrê Kurdistanê û Iraqê ye û bi bilindahiya 3 hezar û 151 metran ji asta deryayê yek ji cihên balkêş û tûrîstî yên Kurdistanê ye.
Ji ber ku Gola Bêkodoyan li cihekî çiyayê û asê ye, rêya gihîştin bi wê gola han jî dûr e û pêwîst e mirov 12 saetan bi piyan here heta ku bigihîje wî cihî.
Gola Bêkodiyan li ser çiyayê Hesarê Sekran li sînorê navçeya Çomanê ye. Di werza (demsala) Havînê de ku li tevahiya Başûrê Kurdistanê ji ber bilindbûna pileyên germiya hewayê ji mal dernakevin, yan jî weke hefteya borî bêhnvedana fermî tê îlankirin, li Gola Bêkodiyan pileya hewayê li xwar 10 pileyan bû û dema şevê jî ava wê dicemide.
Li nêzîkî Gola Bêkodiyan du cihên balkêş hene, ku ew jî hawînewarên Pirjê û Kaniyereş in.