Behdînan - 4 gerîlayên PKKê di êrişa balafirên Tirkiyê de şehîd bûn

25-07-2015
RÛDAW
Balafirên şer ên Tirkiyê
Balafirên şer ên Tirkiyê
A+ A-

 

Dihok (Rûdaw) – Di encama êrişa balafirên şer ên Tirkiyê de, li nêzîkî bajarokê Amêdiyê li devera Behdînanê ya Başûrê Kurdistanê 4 gerîlayên PKKê şehîd bûn û hinek jî birîndar bûn.

Peyamnêrê Rûdawê Nasir Elî ragihand, 4 gerîlayên PKKê li gundê Sergelê yê girêdayî bajarokê Amdêdiyê li devea Behdînanê di encama êrişa balafirên şer ên Tirkiyê de şehîd bûne.

Nasir Elî diyar kir ku şeva borî ji saet 23:00, 8 balafirên şer ên Tirkiyê li çeperên PKKê yên li derdora Amdêdiyê dan û ew êriş heta saet 01:20 berdewam bû.

Xelkê gundê Sergelê ji Rûdawê re gotin ku ew ji ber êrişa balafirên şer tirsiyane ji ber wê jî ji malên xwe derketine.

Artêşa Tirkiyê ji duh ve dest bi operasyoneke berfireh li dijî baregeh û çeperên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê kiriye.

PKKê jî ragihandiye, êdî ti wateya agirbestê ya navbera her du aliyan de nemaye.

Heta niha PKKê ti agahî û amarek li ser hejmara şehîd û birîndaran xwe eşkere nekiriye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst