Zebeşê Amedê vedigere giraniya xwe ya berê

25-05-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Zebeşê ku bi mezinahî û tehma xwe vê bibû nîşaneya Amedî di van salên dawîn de piçûk bibûn û giraniya wan daketibû. Bi xebatên ku hatin kirin  zebeş dê êdî bigihêje giraniya xwe ya berê.


Şitlên zebeşên xwemalî yên ku bûye nîşaneya Diyarbekirê li derdora Çemê Dicleyê hatin çandin. Ji bo zebeşê ku di nav kevir û quma dora çêm de li gor rê û rêçikên herêmê tên ajotin zîrça kevokan tê bikaranîn.


Ji ber nexweşiyan di van 2 salên dawîn de giraniya zebeşê Amedê kêm bû, li bendê ne ku xebatên ji bo ku zebeş dîsa bigihêje giraniya ya xwe berê hatin kirin îsal, encamê bidin.




Rêveberê Bajêr ê Xurek, Çandinî û Ajaldariyê Ertan Atalar daxuyanî û diyar kir ku pêşxistin û parastina tovên zebeşê Amedê zehf girîng e.


Ertan Atalar diyar kir ku di encama lêkolînan de ekîb li baxçeyên zebeşan geriyan û nexweşiyên wan tesbît kirin û got: "Ji ber nexweşiyan di van 2 salên dawîn da giraniya zebeşê Amedê kêm bû, lêbelê me îsal tevdîrên xwe girtin."




Atalar destnîşan diyar kir ku derbarê nexweşiyan de hemû tevdîrên xwe girtin û agahî dan cotkaran, ew dê bi xebatên personelê teknîkê ve jî derkevin kontrolan.


Rêveberê Bajêr ê Xurek, Çandinî û Ajaldariyê Atalar herwiha da xuyandin ku bi alîkariya Şaredariya Bajêrê Mezin a Amedê 30 ton gubre dan 20 cotkarên Amedê, ew dê ji bo danasîna zebeşa Amedê li Tirkiye û dinyayê hin çalakiyan bikin û wiha axivî:




"Herî dawîn giraniya zebeşa Amedê gihîştibû 55 kîlo û 400 qiramî. Îsal danîna şitlan hat temamkirin. Kêm zêde li 500 dagar erdî cureyên zebeşa Amedê hatin çandin. Di lêkolînan de me dît ku danîna şitlan hatiye temamkirin di pêvajoyeke baş dewam dike. Bi îzna Xwedê em dê îsal di festîvalê de zebeşê Amedê ji giraniya berê zêdetir giraniyê derxin pêşiya gel."


Cotkarê bi nave Adîl Aydin jî got ku taybetiya zebaşê Amedê ew e ku hem giran e hem jî tehma wê xweş e. (aa)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst