Jiyan li Silopiya normal dibe

25-04-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li navçeya Silopî ya Şirnexê ku ji 5ê Nîsanê ve qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û doh serê sibehê rabû, welatiyan karîn ji malên xwe derkevin û berê xwe dan dikan û marketan.

Li gelek deverên Bakurê Kurdistanê qedexeya derketina derve, şer û pevçûn berdewam in. Li Silopiyê doh qedexe hat rakirin û herçiqas tirs jî hebe jiyan vegeriya wek caran û welatî ji malên xwe derketin.

Li gor daxuyaniya qeymeqamiyê, qedexe ji saet 21.30 heta 04.30ê berê sibehê dê berdewam be û tenê bi roj hatiye rakirin. Dikandar û esnafên Silopiyê jî piştî 19 roj qedexe ji malên xwe derketin û dikanên xwe vekirin.

Ligel vebûna dikan û marketan, welatiyan jî berê xwe dan wan û pêdiviyên xwe pêk anîn. Hinek welatî jî li ber deriyê bankeyan ketin rêzê daku pereyan bikşînin û li navçeyê jiyan ber bi normalbûnê ve diçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst