16 Photos
Her sal 24ê Adarê merasîma Nehîrayê ji aliyê Xirîstiyanan ve tê pîrozkirin.
Di merasîmê de nimêj tê kirin, mûm têne pêxistin û paşê beşdar wekî sembola gunehkariyê ji deriyekî derdikevin û li deriyê dilovaniya Xweda dixin.
Di metneke Încîlê de behsa Nehîrayê tê kirin ku li ser jinan e.
Nehîra peyveke Siryanî ye û çend wateyan wê hene ku ew jî wiha ne:
“Lêxistin û dengê derî, îtirafa gunehkar ku dizane gunehkar e, tevî gunehê xwe gunehkar piştrast e ku deriyê evîndariya Xweda bêsînor e û vedibe. Her wiha rehma Xweda li ser bendeyên xwe heye.”