Pira Deredoyn a li ser rêya Kelar – Derbendîxan hilweşiya

25-03-2019
RÛDAW
Nîşan Deredoyn Kelar Derbendîxan Pir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Trafîkê ya Derbendîxanê ragihand ku ji ber barana zêde û rabûna lehiyê li sînorê navçeyên Kelar û Derbendîxanê, pira Deredoyn hilweşiya û rê bi temamî hat girtin.

 

Rêveberiya Trafîkê ya Derbendîxanê bi daxuyaniyekê ragihand: “Ji ber barana ku çend saet in berdewam e, pira Deredoyn a li ser rêya Derbendîxan – Kelarê hilweşiya û rê jî bi temamî hate girtin.”

 

 

Rêveberiya Trafîkê daxwazek arasteyî şofêran dike û dibêje: “Niha rêya hatûçûnê bi ti awayî tine ye û em ji welatiyan daxwaz dikin ku agahdar bin.”

 

Ji duh ve pêleke bihêz a baranê berê xwe daye Herêma Kurdistanê, ji ber baranê jî li beşeke deverên Kurdistanê lehî rabûye. Herwiha ji ber baran û lehiyê, li Dûkan, Kelar û Derbendîxan deriyên dibistanan hatin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst