Polîsê Germiyan kesek bi tohmeta dizîna 60 hezar dolar desteser kir

25-03-2019
RÛDAW
Nîşan Germiyan Dizî Dolar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Polîsê Germiyanê ragihand ku kesek hatiye desteserkirin ku bi diziya 60 hezar dolar tê tohmetbarkirin.

 

Berdevkê Polîsê Germiyanê Muqedem Elî Cemal Qedûrî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku li taxeke navçeya Kelarê welatiyek li nav otomobîla xwe û li ber deriyê mala xwe bi qasî 60 hezar dolar jê hatibû dizîn.

 

Piştî welatiyê ku 60 hezar dolarên wî hatibûn dizîn, giliya xwe li cem hêzên ewlehiyê tomar kir, polîsan dest bi lêkolîn û lêgerînê kirin û mefrezeyên 104 ên Kelarê li nav bazara bajêr, tohmetbar desteser kir.

 

Muqedem Elî Cemal Qedûrî behsa wê yekê jî kir ku tohmetbar bo Beşa Nehiştina Tawanan a Germiyanê hatiye şandin û lêkolîn li ser wî berdewam e, li gor madeya 446, bi biryara dadger hatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst