Gundê Amarayê, cihê jidayikbûn û hînbûna siyaset û têkoşîna Abdullah Ocalan, rêberê girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye. Hîn jî li hemû kolanên gund behsa dema zarokatiya Ocalan tê kirin.
Tîma bername ya "Hîn jî Maye" ya Rûdawê, “pêvajoya aştiyê” ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dişopîne.
Tîma me ji Amedê sê saet û nîv rê qetandin û ber bi parêzgeha Rihayê û çû û bû mêhvanê gundê Abdullah Ocalan.
Her kesê ku li wî gundî tîma Rûdawê dibîne, wekî ku bizanibin ji bo çi li wir in wan ber bi mala birayê Ocalan ve dişînin.
Mala Mihemed Ocalanê birayê Abdullah Ocalan ku gelekî dişibe birayê xwe dikeve dawiya gundê Amarayê.
Mihemed 74 salî ye û li vî gundî dijî û dibêje "Li gund gelek xanî hene lê mirov kêm in."
Ew deriyê odeya têkoşîna siyasî ya Abdullah Ocalan ji bo Rûdawê vedike. Odeya wê malê tijî bîranînên Ocalan e, ku dibe ku li tevahiya Tirkiyeyê de tenê di vê odeyê de ew qas bîranînên Ocalan hatibin parastin.