3yemîn Xelata Şîfa Gerdî bi rojnamevan Alex Crawford hat dayîn

25-02-2021

15:03

Alex Crawford: Her çîrokek destpêkeke wê ya navçeyî heye

Alex Crawford

Wergira Sêyemîn Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî, peyamnêra mezin a kanala Sky News Alex Crawford nêzîkî 30 salî ye karê rojnamevanî dike û gelek mijarên germ ên Rojhilata Navîn û Afrîqayê rûmal kirine, wek şerê navxwe li Sûriyê û Yemenê.

Crawford yekem peyamnêr bû li cîhanê ku bikare bi awayekî serbixwe here Wîlayeta Raxayn li Myanmarê, herwisa karî wek yekem rojnamevan binpêkariyên mafên mirov li dijî misilmanên Rohingya tomar bike.

Crawford niha li Tirkiyê ji bo Sky Newsê dixebite, lê bi berdewamî li navçe û cihên din mijarên germ rûmal dike.

Ew yekem peyamnêr bû ku li meydana kesk a Lîbyayê şer rûmal kir dema hêzên dijber dest danîn ser Terablusa paytext.

Berî wê demê, hikûmeta Lîbyayê ragihandibû dê derî bi derî wî welatî ji çekdarên serhildêr pak bike.

Ew xanima rojnamevan, piştî neh salan vê carê li Tirkiyê bi karmendên tendirustî re derî bi derî geriya, tîmên tendirustî li pey pêketiyên vîrûsa koronayê û wê jî dîmena vekirina deriyên wan malan vediguhast ku demek bû bi sedema qedexeya çûnûhatinê hatibûn girtin.

Dibe ku ji bo hin rojnamevanan webayeke cîhangir ezmûneke nû be, lê Crawford berê kirîza Ebolayê rûmal kiriye, kirîza ku Afrîqa armanc girt û zû jî welatên din anîn ser hêlê, wek Amerîka di serdema îdareya Barak Obama de.

Şerê Yemenê herdem cihê balkêşiya wê peyamnêra brîtanî bû, bi taybetî ku welatê wê bi dana çekan bi hevpeymaniya Erebistana Siûdî li dijî Hûsiyên Yemenê tometbar e.

Derbarê dîmena nexweşxaneyekê li Yemenê de Crawford di raporekê de dibêje wek dojeha li ser erdê ye, ev zaroka 4 salî ji roja ji dayik bûye heta dema anîne nexweşxaneyê ji bilî çend rojên kêm hergav birçî bû, xwişka wê ya biçûk jî ji ber bedxorakiyê miriye.

Di dema rûmala şer û tundûtîjiyê de, bi taybetî li Sûriyê, Crawford û tîma wê, hergav rastî metirsiyan hatine. Wek ew bi xwe dibêje ti carî qasî niha ne giring bû tu rojnamevan bî, ti carî qasî niha ne metirsîdar jî bû ji bo rojnamevan, lê ne ku ji ber rûmala navçeyên ku şer li wan tê kirin, lê belê ji ber ku niha ji aliyê hinek siyasetvanan ve rojnamevan wek dijminê xelkê tê binavkirin.

Her çiqasî Crawford rojnamevaneke cîhanî ye û wisa derdikeve hergav li pey rûmalên mezin e, lê bi gotina wê her çîrokek destpêkeke wê ya navçeyî heye, li tax û li bajarekî dest pê dike.

Ew peyamnêra mezin pêgeh û navûdengiya xwe vedigerîne rojên destpêkê, dema li rojnameya Wokingham Timesê dest pê kir, herwisa dema ji aliyê encûmena niştimanî ya rahênana rojnamevanan ve rahênan wergirt. Ew niha bi wê encûmenê re dixebite ji bo rahênana kesên dixwazin bibin rojnamevan, hin caran bi rêya vîdyoyê, wek nimûne çawa rojnamevan webaya koronyaê rûmal bike.

Peyamnêra Kanala Sky Newsê Alex Crawford dibêje: “Pir giring e zanyariyên hûr werin komkirin derbarê ka siyasetvanan çi gotine, di dema qedexeya çûnûhatinê de çûne kû û kengî ew geşt kirine. Bangeşeyên ku dikin, gelo ji sedî sed wisa ne? Gelo rast in? Divê her kes – rojnamevan – van pirsên giring bikin. Herwisa daxwaza bersivên wan pirsan jî bikin”.

Crawford heta niha çend xelatên navdewletî yên taybet bi rojnamevaniyê bi dest xistine, wek du xelatên Emmy û herwisa xelateke BAFTA ji ber rûmala Ebolayê. Ji bo îsal jî ji ber wêrekî û rûmala şer li Yemenê û webaya koronayê ji aliyê komîteya hilbijartina wergira xelata şehîd Şîfa Gerdî ve, wek wergira xelatê hat destnîşankirin.

Zêdetir bixwîne

14:34

3yemîn Xelata Şîfa Gerdî bi rojnamevan Alex Crawford hat dayîn

Xelata Şîfa Gerdî

Merasîma belavkirina ‘Xelata Şîfa Gerdî’ bi awayeke online birêve diçe û Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî bi peyamnêra diyar a televîzyona Sky News a brîtanî Alex Crawford hat dayîn.

Daxuyaniya Komîteya Hilbijartina wergira xelata Şîfa Gerdî diyar kir ku 3yemîn Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî bi rojnamevan  Alex Crawford hat dayîn.

Daxuyaniya Komîteya Hilbijartina wergira xelata Şîfa Gerdî:

“Piştî guftûgokirina li ser karê çend rojnamevanan, komîteya me biryar da xelata Şîfa Gerdî îsal bide rojnamevana bişiyan, peyamnêra televîzyona Sky News a brîtanî Alex Crawford.

Alex Crawford, di sala borî de bi raporên xwe yên balkêş bala cîhanê kişand ser rewşa dijwar a mirovî li welatê Yemenê. Bi wêrekiyeke mezin û bi hûrbînî karî cengê û kartêkirina wê li ser jiyana şêniyên Yemenê rûmal bike, herwisa karî bi awayekî pir hûr rewşa xerab a kerta tendirustî li Yemenê nîşan bide ku bi şiyaneke pir kêm rûbirûyî webaya Covid-19ê dibe.

Alex Crawford, yek ji wan rojnamevanan bû ku bi awayekî serkeftî bûyerên Rojhilata Navîn, xwepêşandanên bihara erebî û şerê bakurê Malî rûmal kir. Herwisa şerê navxwe yê Lîbya û Sûriyê û şerê DAIŞê rûmal kir. Di van rûmalan de jî rûbirûyî metirsiyên mezin bû.

Îsal em pir bi hêjatî xelata Şîfa Gerdî pêşkêşî Alex Crawfordê dikin, wek rêzgirtinekê li karên wê yên rojnamevanî.

Komîteya Hilbijartina Wergira xelata Şîfa Gerdî”

Zêdetir bixwîne

14:05

Daxuyaniya Komîteya Xelata Salane ya Şîfa Gerdî

Rûdaw

Komîteya Xelata Cîhanî ya Salane ya Şîfa Gerdî ragihand ku Di du salên borî de ev xelat di du merasîmên pir mezin de û bi amadebûna kesayetiyên cîhanî xelat hat belavkirin, lê Îsal bi sedema webaya Covid-19ê, çend endamên komîteya hilbijartina wergira xelata salane ya Şîfa Gerdî nikaribûn ji Ewropa werin Kurdistanê.

Komîte diyar dike ku ji ber nebûna derfeta amadebûna mêvanan ji derve ji ber wê webayê, komîteya xelata Şîfa Gerdî biryar da merasîma belavkirina xelatê bi awayekî diyarîkirî û bi şêweya online pêk bîne.

Daxuyaniya Komîteya Xelata Salane ya Şîfa Gerdî wiha ye:

Komîteya me salane xelata cîhanî ya Şîfa Gerdî di rêwresmekê de dide rojnamevaneke jin, ku karên herebaş û vekolînên rojnamevanî di sala borî de kiribe.

Di du salên borî de ev xelat di du merasîmên pir mezin de û bi amadebûna kesayetiyên cîhanî û elîtek ji rojnamevanan gihîşte du rojnamevanên jin ên pir bi şiyan ku yek ji wan Cînan Mûsa ji televîzyona el an bû û ya din jî Arwa Damon ji televîztona CNN bû.

Îsal bi sedema webaya Covid-19ê, çend endamên komîteya hilbijartina wergira xelata salane ya Şîfa Gerdî nikaribûn ji Ewropa werin Kurdistanê, herwisa ji ber nebûna derfeta amadebûna mêvanan ji derve ji ber wê webayê, komîteya xelata Şîfa Gerdî biryar da merasîma belavkirina xelatê bi awayekî diyarîkirî û bi şêweya online pêk bîne.

Mixabin sala borî saleke pir dijwar û bixwîn bû ji rojnamevanên cîhanê re. Li gor amara Rêxistina Zanist, Rewşenbîrî û Perwerde – UNESCO ya ser bi Neteweyên Yekbûyî, di sala borî de 62 rojnamevan li cîhanê hatin kuştin. Herwisa li gor amara Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor di sala 2020an de bi giştî 50 rojnamevan li cîhanê hatin kuştin, ku piraniya wan jî li wan welatan hatine kuştin ku şer di wan de nîne.

Ev jî nîşan dide ku sala borî li gor sala 2019an saleke bixwîntir bû, ku ev jî bi ti awayî nagunce ligel soza karbidestên dewlet û rêxistinên navneteweyî ya rêzgirtina karê ragihandinê û parastina canê rojnamevanan.

Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî, ji bo bibîranîna can û karê rojnamevan û pêşkêşkara navdar a Tora Medyayî ya Rûdawê Şîfa Gerdî û rêzgirtina karê rojnamevanên jin li cîhanê hat çêkirin.

Şîfa Gerdî roja 25ê sibata 2017an, di dema amadekirina beşeke programa (Fokus Mûsil)ê de li ser cihê komkujiyên DAIŞ li Mûsilê, di encama teqîna bombeyeke DAIŞê de jiyana xwe ji dest da.

Komîteya Xelata Salane ya Şîfa Gerdî”

Zêdetir bixwîne

12:58

Heta niha 2 medyakaran Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî wergirtine

Jenan Moussa û Arwa Damon

Xelata cîhanî ya salane ya Şîfa Gerdî, ew xelat e ku Tora Medyayî ya Rûdawê di salvegera şehîdbûna Şîfa de salane dide medyakareke serkeftî.

Heta niha, du xanimên medyakar karîne vê xelatê bibin, îsal jîmedyakareke din a cîhanî ya serkeftî xelatê werdigire.

Yekem Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî gihîşte rojnamevana Al Aan TVê Jenan Moussa wê di sala 2019an de ew xelat ji destê serokomarê berê yê Fransayê François Hollande wergirt.

Ji ber karên taybet û rûmalên berdewam bo mijar û bûyerên dijwar û metirsîdar, bi taybetî  rola wê ya şerê DAIŞê li Iraq û Sûriyê “Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî” ya sala 2019ê bo Jenan Moussa hatibû dayîn.

Jenan Moussa gotibû: “Şîfa bi wê tirsê dizanî, ez jî wê tirsê nas dikim. Ev tirsa hemû rojnamevanên bereya pêşî ya şerê dijî DAIŞê dîtine. Şîfa twita xwe ya dawî di 23ê sibata 2017an de weşand ango berî du salan. Sê twitên wê yên dawî taybet bûn bi kîvroşkeke birîndar ku li nêzîkî Mûsilê rizgar kiribû, sê rojan piştî wê twittera wê bêdeng bû, Şîfa jiyana xwe ji dest da”.

Rojnamevana Amerîkî Arwa Damon bû xwediya Duyemîn Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî. Wê ji sala 2003an ve wek rojnamevaneke freelance bûyerên Rojhilata Navîn rûmal kiriye. Sala 2006an pêwendî bi kanala CNN a amerîkî re kiriye.

Ew rojnamevan damezrîner û seroka rêxistina INARA ye ku rêxistineke mirovî ye û hevkarî û çareseriyên bijîşkî ji zarokên koçber ên Sûriyê re peyda dike.

Rojnamevana Amerîkî Arwa Damon gotibû: “Ew rûmet nebû para min ku ez Şîfa rûbirû bibînim. Min ew bi rêya wan çîrokan nas kir ku min ji hevkar û kesên wê yên nêzîk bihîstin. Çîrokên ku min îşev careke din bi hûrgiliyên bêtir bihîstin. Çîrokên ku behsa dilovanî û mihirvaniya wê dikin, çîrokên ku behsa siruşta bedew û xemxwariya wê dikin".

Zêdetir bixwîne

10:22

3yemîn Xelata Şîfa Gerdî bi rojnamevan Alex Crawford hat dayîn

Wergira Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî 2021ê îro tê ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) -  Tora Medyayî ya Rûdawê û Komîteya Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî di sê saliya şehadeta rojnamevana Kurd Şîfa Gerdî de, dê “Xelata Şîfa Gerdî ya Navdewletî” bo rojnamevaneka jin bê dayîn ku ew jin di şer de bê tirs keda xwe daye.

Îro 25ê Sibata 2021an saet 14:00 hevdem di roja şehadeta Şîfa Gerdî de wergira xelatê li ser televîzyon, radyo medyaya dijîtal tê ragihandin.

Tora Medyayî ya Rûdawê û Komîteya Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî di salvegera duyemîn a şehîdbûna wê rojnamevana jîr û diyar de, xelata Şîfa Gerdî dide rojnamevaneke jin a çalak û şiyandar ku rûmala şer kiriye.

Rojnamevana diyar a Tora Medyayî ya Rûdawê Şîfa Gerdî 25ê Sibata sala 2017an di dema karê rojnamevanî de li bajarê Mûsilê jiyana xwe ji dest da.

Wek rêzgirtinekê ji bo canê hemû rojnamevanên ku di dema rûmala şerê DAIŞê û tundûtûjiyên din de jiyana xwe ji dest dan û karê hemû rojnamevanên ku di dema rûmala bûyeran û gihandina rastiyan de rastî zehmetiyan tên, Rûdawê biryar da salane Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî bide rojnamevaneke jin.

Komîteya Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî ji kesên pispor pêk tê ku di medyayên mezin ên cîhanê de kar kirine û bi rêya proseyeke nirxandinê xelat tê pêşkêşkirin.

Di salên pêştir de merasîmên mezin bi amadebûna çend kesayetên ji Kurdistan, Iraq, Rojhilata Navîn û cîhanî ji bo eşkerekirin û dane Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî dihat sazkirin, lê îsal bi sedema coranyê merasîm bi awayekî online dibe.

Heta niha xelat du caran gihîştiye medyakarên serkeftî, Rûdaw vê xelatê dide rojnamevaneke ku zehmetiyeke mezin ji bo gihandina peyama xwe kişandibe.

Di sala 2019an de rojnamevana Al Aan TVê Jenan Moussa ji destê serokomarê berê yê Fransayê François Hollande Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî wergirtibû.

Ji ber karên taybet û rûmalên berdewam bo mijar û bûyerên dijwar û metirsîdar, bi taybetî  rola wê ya şerê DAIŞê li Iraq û Sûriyê “Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî” ya sala 2019ê bo Jenan Moussa hatibû dayîn.

Jenan Moussa gotibû: “Şîfa bi wê tirsê dizanî, ez jî wê tirsê nas dikim. Ev tirsa hemû rojnamevanên bereya pêşî ya şerê dijî DAIŞê dîtine. Şîfa twita xwe ya dawî di 23ê sibata 2017an de weşand ango berî du salan. Sê twitên wê yên dawî taybet bûn bi kîvroşkeke birîndar ku li nêzîkî Mûsilê rizgar kiribû, sê rojan piştî wê twittera wê bêdeng bû, Şîfa jiyana xwe ji dest da”.

Par jî merasîma belavkirina ‘Xelata Şîfa Gerdî’ bi amadebûna hejmareke zêde ya kesayetên ji Kurdistan, Iraq, Rojhilata Navîn û cîhanê birêve çû.

Di wê merasîmê de Xela Şîfa Gerdî bi rojnamevana diyar a Amerîkî, Arwa Damon hatibû dayîn. Arwa Damon ku rojanemaveneke Amerîkî ye, ji sala 2003an ve weke rojnamevaneke freelance rûmala bûyerên Rojhilata Navîn dike.Sala 2006an pêwendî bi kanala CNN a amerîkî re kiriye.

Ew rojnamevan damezrîner û seroka rêxistina INARA ye ku rêxistineke mirovî ye û hevkarî û çareseriyên bijîşkî ji zarokên koçber ên Sûriyê re peyda dike.

Arwa Damon di dema wergirtina Xela Şîfa Gerdî de, gotibû: “Ew rûmet nebû para min ku ez Şîfa rûbirû bibînim. Min ew bi rêya wan çîrokan nas kir ku min ji hevkar û kesên wê yên nêzîk bihîstin. Çîrokên ku min îşev careke din bi hûrgiliyên bêtir bihîstin. Çîrokên ku behsa dilovanî û mihirvaniya wê dikin, çîrokên ku behsa siruşta bedew û xemxwariya wê dikin”.

Şehîd Şîfa Gerdî navê wê yê bi temamî Şîfa Zîkrî Îbrahîm e, û 1ê Tîrmeha 1986an de ji dayîk bûye. Wêşana Rûdawê êvara roja 29ê Gulana 2013yan di saet 17.00ê de ligel Şîfa Gerdî û Şaho Emîn dest pê kiribû.

Şîfa Gerdî yekemîn risteya xwe ya bi navûdegn di bultenê de xwendibû: “Li welatê roj û agir, roja çarşemê dest bi pexşa Rûdawê dikin.”

Gerdî pêşkêşkar û bêjera nûçeyan û herwiha Rêvebera Output a Rûdawê bû, ku berî şehdîbûnê bernameya Fokus Mûsil pêşkêş dikir. Di 25ê Sibata 2017an de, dema ku li bajarê Mûsilê mijûlî karê rojnamevanî bû, Şîfa Gerdî şehîd bû.

Zêdetir bixwîne