Hewlêr (Rûdaw)- Roja 21 vê mehê saet 21:00 artêşa Tirkiyeyê, bi 39 tankan, 61 otomobîlên leşkerî û panzêran, bi 572 leşkeran sînor derbas kir û ket nava bajarê Kobanî.
Di nava kobanî re derbas bûn û berê xwe dane ser gora Silêman Şah, bapîrê avakarê Dewleta Osmanî.
Heta niha termê Silêman Şah li ser çemê Ferat li Qereqozaqê bû. Ji ber xetera êrişên DAIŞ û tirsa ku çekdarên wê rêxistinê gorê birûxînin, yan jî dest deynin ser, Hikûmeta Tirkiyeyê biryar da ku term rake û bibe li cihekî din veşêre.
Gora Şah Silêman li Qereqozaq, di encama peymanekê de, ku di sala 1921 de, di navbera Tirkiye û Frensayê de, hatibû îmzekirin, bi cî bûbû.
Ew cihê ku gora Şah Silêman li wir bû, weke perçeyekî axa Tirkiyeyê hatibû qebûlkirin.
Bi awayekî demkî, Tirkiyeyê termê Silêman Şah bire cem xwe, lê li gundê Aşmê dest bi amadekirina cihekî jê re kir, ji bo ku Siltanê Osmanî li wir were veşartin.
Gundê Aşmê, gundekî Kobanî ye. Li ser sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de ye. Tenê 100 metroyan ji sînor dûr e.
Erdê ku gorê lê hat kolandin, milkê gundiyekî Aşmê ye, bi navê Bozan Osman, ew dibêje dema ku ew vegeriya gundê xwe dît ku erd tê kolandin û ala Tirkiyeyê jî li ser hatiye bilindkirin. Ew jî ji ber êrişên DAIŞ, weke gelek kesan reviyaye Bakurê Kurdistanê.
Ew zeviyê ku gor li ser tê çêkirin, 100 donim e.
Gundê Aşmê, nêzîkî 25 kêlometran ji Kobanî dûr e. Ew li ser çemê Firatê ye û nêzîkî bajarokê Cerablusê ye, weke ku em dizanin, Cerablus jî, di destê DAIŞ de ye. Yanî eger ew dever baş neyê parastin, wê xetera DAIŞ her demê li ser gora bapîrê bavê damezrênerê dewlet Osmanî hebe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse