Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanî Ismet Şêx Hesen eşkere dike ku Tirkiyeyê destûra wan xwestiye ji bo ku gora Silêman Şah ji bo demeke kurt li gundê Aşmê bimîne.
Ismet Şêx Hesen di hevpeyvînekê de ligel ajansa ANHA bal dikişîne ser pêvajoya veguhestina gora Silêman Şah ji Qereqozaqê û dibêje: “Berî 5 rojan çûn û hatin di navbera me û Tirkiyeyê de hebû û ji bo vê rêkeftinê Tirkiyeyê destûr ji me xwestiye.”
Derbarê daxuyaniyên fermî yên rayedarên Tirkiyeyê de ku dibêjin wan destûr ji ti kesî nestandiye, Ismet Şêx Hesen diyar wiha domand: “Kes nikare derbasî Kobanî bibe bê ku destûrê ji rêveberiya herêmê bibe.”
Şêx Hesen tekez dike ku, “Gora Silêman Şah ji bo demeke kurt li gundê Aşmê dimîne.”
Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê bal dikişîne ser rola Hêzên Pêşmerge, Artêşa Azad û hevpeymaniya navdewletî di konrolkirina Kobanî û gundên derdora wê de û dibêje, bi rastî wan roleke baş di paqijkirina herêmê de lîstin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse