Li Sêrtê qeza: Kesek mir û yek jî birîndar bû

25-01-2024
RÛDAW
Nîşan Sêrt Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê di qezayekê de kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Li gorî zanyariyan îro li gundê Sîviyê yê navçeya Tîlloya Sêrtê, wesayita çandiniyê ya Reşît Ozer ji kontrolê derket û wergeriya.

Di bûyerê de Reşît Ozer û Abdulhakîm Ozer bi giranî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û wan birîndar veguhast Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Sêrtê.

Lê Abdulhakîm Ozer tevî hewldanên bijîşkî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst