Bi pereyê xwe ji bo 5 gundan teleferîk çêkir

25-01-2017
RÛDAW
Nîşan Dokan Teleferîk Çemê Zêya Biçûk
A+ A-

Dokan (Rûdaw) – Çend sal beriya niha li gundên nahyeya Bingirdê ya Dokanê ji ber lehiyê 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û termê 4 kesan nehate dîtin. Mehmûdê Siyasî jî li ser vê trajediyê rabû teleferîk çêkirin.

 

Mehmûd Mihemed ku li herêma xwe weke Mehmûdê Siyasî tê naskirin, nîştecihê gundê Îbane ya ser bi nahyeya Bingirdya Dokanê ye. Wi bi pereyê xwe ji bo gundê xwe û 4 gundên din ên cîran, li ser çemê Zêya Biçûk teleferîkek avakir da ku xelk bi rehetî ji çemê derbas bibin.

 

Derbarê vê mijarê de Mehmûd Siyasî, ku pêşmergeyekî malnişîn e ji Rûdawê re got; “Di werzê zivistanê de av bilind dibe û ev jî ji bo jiyana mirovan dibe metirsî. Lewma min biryar da li ser erkê xwe teleferîkan çêbikim.”

 

Teleferîka Mehmûd 150 metre dirêj e û dikare nîv ton giraniyê rake. Herwiha ji bo çêkirinê jî 40 hezar dolar serf kiriye. Gundên Îbane, Dolegom, Bêxirte, Wêse û Sertengê zêdetirî sed mal in û ji vê teleferîkê sûd werdigrin.

 

Mehmûd dibêje; “Di salên derbasbûyî de hemwelatiyên herêmê ji ber rabûna lehiyê rastê astengiyan dihatin, yan jî aliyekê çemê asê diman nedikarin çend rojan derbasî vî alî bibin.”

 

Teleferîk bi elektrîkê û herwiha bê elektrîk jî kar dike. Kî ji bo teleferîkê xizmetê bike, Mesmûd Siyasî ji berîka xwe 200 hezar dînar padaştê dide.

 





Li gorî gotina Mehmûd Mihemed hikûmetê di çêkirina vê teleferîkê de alîkarî nedaye wî û herwiha ji zarokên xwe re jî wesyet kiriye, ku piştî bimre jî ev proje bimîne.

 

Rêveberê Nahyeya Bingirdê Mihemed Ebdurehman jî dibêje; “Eger ev hemwelatî nivîsînekî derbarê projeya xwe de pêşkeş bike, li gorî şiyana xwe em dikarin alîkariyê bidin wî.”

 

Hemwelatiyekî din ê ji navçeya Qeladizê yê bi navê Sedûn Ehmed ku ji bo geştiyariyê hatiye nevçeyê dibêje, wî jî weke gelek geştiyaran sûd ji vê teleferîkê dîtiye.

 

Endamê Civata Gundê Dolgomê Bekir Xidir jî pesnê Mehmûd Siyasî dide û dibêje; “Me ji hikûmetê daxwaz kir, ku li ser çem pirekî çêbike lê ji ber krîza darayî nehate çêkirin. Tişta ku Mehmûd bo me kir hikûmetê jî nekiriye!”




Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst