Qasim Şeşo: Eger Pêşmergeyên me azad nekin, em li her cihekî Heşda Şeibî bibînin lê didin

24-12-2018
RÛDAW
Nîşan Qasim Şeşo Pêşmerge Şingal heşda Şeibî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Êzdî li Şingalê Qasim Şeşo ragihand ku tişta Heşda Şeibî li beramber Pêşmergeyan kiriye karekî DAIŞane ye û got: "Eger Pêşmergeyan azad nekin, em li her cihekî Heşda Şeibî bibînin lê didin."

 

Qasim Şeşo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku tişta Heşda Şeibî li beramber Pêşmergeyên hêza Heyder Şeşo kiriye karekî DAIŞa ne ye, nayê qebûlkirin û got: "Îro heta saet 12ê nîvro ew Pêşmerge neyên azadkirin li her cihekî Heşda Şabî bibînin lê didin."

 

Çavkaniyekê ji Heşda Şabî ji Rûdawê re ragihand ku ew Pêşmerge "bê mohlet li wê derê bûn û dixwestin wan radestî binkeyê polis ê Şingalê bikin, lê polisên Şingalê amade nebûn werbigirin, lewra ew radestî Firqeya 16 ya artêşa Iraqê li Şingalê tên kirin."

 

Fermandarê Hêzên Parastina Êzidxanê Heyder Şeşo jî destnîşan kir, hinceta girtina wan pêşmergeyan ew bûye ku goya destûra wan a hilgirtina çek tine ye û got: “Tiştekî sosret e ku ev gotin tê kirin. Eger çekên Pêşmerge tinebe, çi kar dike?”

 

Piştî 16ê Cotmeha 2017ê nêzîka 2 hezar Pêşmergeyên ser bi Hêza Parastina Êzidxan bi serpereştiya Heyder Şeşo li Şingalê man û heta niha li çend cihên Sinûnê û Şingalê bicîh bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst