Gever tevlîhev bû / Hezex ber bi Cizîrê ve dimeşe

24-12-2015
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi banga Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) çalakiya protestoya, qedexeyên li bajarên Bakurê Kurdistanê hat lidarxistin. Girseya ji bo çalakiya polîsan kombûyî rastî êrişa polîsan hat.

Ji bo protestokirina bûyer û qedexeyên çûnûhatine yên li bajarên Bakurê Kurdistanê girseyek li ber avahiya HDPê ya Gever kom bû û ber bi Cadeta Cengiz Topelê ve meşiya.

Polîsên tirk li nêzîk xaçerêya dermanxaneya bi ava şid û bombeyên gaze êrişî girseyê kirin.

Piştî êrişê girsê belav bû esnafên navçeyê dikan û kargehên xwe girtin. Alozî hêj li navçeyê didomin.

Hezex ber bi Cizîrê ve dimeşe

Xelkê navçeya Hezex a Şirnexê îro ber bi navçeya Cizîrê ve derket rê.

Girseya Hezexê ku derdora 3 hezar kesan pêk tê, li bajaroka Deştadarê rastî êrîşa hêzên ewlkariya Tirkiyê hat. Gel bi slogana, "Bijî berxwedana Cizîrê" bersiv da êrîşan. 


Piştre girsî dîsa kom bû meşa xwe ya ber bi navçeya Cizîrê ve domand.

Herwiha li navçeya Hezexê ji bo protestokirina qedexeyan esnafan dikan û kargehên xwe venekirin.

Nêzîkî 3 mehan e şerekî giran li hinek bajar û deverên Bakurê Kurdistanê didome. Şervanên YDG-Hê, ku tê gotin girêdayî PKKê ye, di nav bajaran de xendeq kolane û li dijî hêzên tirk şer dikin. 

Ji ber şerê bajaran, heta niha bi deh hezaran welatî neçar mane mal û cihê xwe berdin, bi dehan kes hatine kuştin, bi sedan kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst