Hovîtiya DAIŞê: Ji dayîka wî tenê komek hestî maye! (+18)

24-12-2014
RÛDAW
Sinûnê-Hovîtiya DAIŞê
Sinûnê-Hovîtiya DAIŞê
A+ A-

 

Sinûnê (Rûdaw) – Piştî ku nahiyeya Sinûnê ya Şingalê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hat rizgarkirin, rûreşî û hovîtiyên DAIŞê zêdetir eşkere bûn.

 

Li nav nahiyeya Sinûnê de komek hestiyê jineke kurd a êzîdî hat dîtin ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve bi awayekî hovane hatiye qetilkirin.

 

Kurê wê jina kurd, ku pêşmergeyekî xwebexş ê êzîdî ye û niha li dijî DAIŞê şer dike, bi gustîlkê dayîka xwe nas kir. Wî xortî di daweta xwe de gustîlkek dabû dayîka xwe.

 

Wî pêşmergeyî li ser kuştina dayîka xwe got, dema çekdarên DAIŞê dayîka min girtin dayîka min xeber ji wan re got, wan jî xeber ji dayîka min re gotin lewma dayîka min bi demançê yekê ji wan dikuje ew jî dayîka min dikujin…

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst