Tirkmenên şîe û sunî li ser parêzgariya Kerkûkê nakok in

24-10-2017
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Parêzgarî Post Nakokî Tirkmen Şîe Sunî YNK
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di hewldana wê yekê de ye ku vê hefteyê li Encumena Parêzgeha Kerkûkê civînek pêk bîne û di wê civînê de postê parêzgariya Kerkûkê werbigre, ji bo vê yekê jî, ji aliyê encumenê ve divê ji Rizgar Elî re deng were dayîn ji bo parêzgariya nû ya Kerkûkê. Lê belê çavê tirkmenan jî li ser postê parêzgariyê ye û niha di navbera tirkmenên şîe û sunî de arîşe derketiye.

 

Roja 16ê Cotmeha 2017an, Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî, bi rêkevtina li gel baskê malbata Talebanî, êrişî bajarê Kerkûkê kir û ji ber êrişê bi hezaran niştecihên wî bajarî aware bûn. Rojek piştî wê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî parêzgarekî nû bi wekelat li Kerkûkê diyar kir û ew jî Rakan Seîd bû ku erebekî sunî yê xelkê Hewîceyê ye û berê jî Cîgirê Parêzgarê Kerkûkê bû.

 

Her çi qas YNK namzedê xwe ji bo wergirtina postê parêzgariya Kerkûkê diyar kiribe jî, rayedarekî YNKê yê li Kerkûkê ku ji ber hestiyariya rewşa niha nexwest navê wî were aşkerekirin, got: “Tirsa YNKê mezin e li ser wê yekê ku postê parêzgariyê ji Kurdan re neyê dayîn. Dibêjin Ereb di vê mijarê de rêgirî dikin û wisa hîs dikin, niyeta wan ew e ku nedin Kurdan. Tirkmen jî naxwazin ew kursî ji Kurdan re were dayîn.”

 

Niha YNK hewl dide Iraq razî bike ku Heşda Şeibî ji wî bajarî derkevin da ku tirsa xelkê dakeve. Çimku YNK ditirse Kurd venegerin Kerkûkê û hêdî hêdî desthilatdariya Ereb û Tirkmenan bilindtir bibe, bi taybetî di hilbijartinên dahatû de tirsa wan ew e ku Kurd deng bi dest nexin.

 

Rayedarê ji YNKê herwiha dibêje: “Parêzgerê Kerkûkê yê bi wekalet, di van çend rojên ku desthilatdariyê wergirtiye, ew qas biryar derxistine ku weke guhertina rêveberiya ofîsa parêzgarê bûye, li gel guhertina çend beşek ji nav dîwana parêzgehê û herwiha tê gotin ku rê li wan ereban daye ku biçin ser zeviyên ku ji aliyê rejîma Beisê ve ji wan re hatibûn dayîn û di rastiyê de zeviyên Kurd û Tirkmen in, çendîn sal e nakokiya li ser wan zeviyan hêj nehatiye çareserkirin.”

 

Her çi qas di salên derbasbûyî de bi rêya lijneya cîbicîkirina madeya 140 a destûrê ve, beşeke mezin a wan zeviyan hatibe çareserkirin jî, endamekî Encumena Parêzgeha Kerkûkê yê li ser lîsteya PDKê dibêje, zanyariya wan li ser wê yekê tine ye ku Parêzgarê Kerkûkê biryar daye li ser şandina Ereban ber bi wan deveran û got: “Ew cîgirê parêzgar bû û dizane pirsgirêk çi ne û pêştir çawa dixebitîn. Loma bawer nakim niha biwêre di vê dema parêzgariyê de biryareke wisa giran bide.”

 

Mecîdî Mehmûd herwiha li ser postê parêzgariya Kerkûkê jî, ku YNK dixwaze werbigre, diyar dike ku ev bi rêkarên yasayî dibe, ku ew jî bi civîna Encumena Parêzgehê û temamkirina nîsaba yasayî ye û got: “Qasî ku ez dizanim, pênc endamên encumenê ji endamên YNK û neteweyên din ên di nav Lîsteya Biratiyê de dixwazin nameyek ji Rêbwar Talebanî re bişînin.”

 

Mehmûd naveroka nameyê jî aşkere kir û got: “Di wê nameyê de jê daxwaz dikin ku vegere Encumena Parêzgeha Kerkûkê û civîna encumenê pêk bîne da ku parêzgarê nû were hilbijartin.” Lê belê Rêbwar Talebanî dibêje, li gor yasayê heta niha jî Necmedîn Kerîm parêzgarê Kerkûkê ye. Herwiha dibêje, bi wî mercî dê vegere Kerkûkê ku cardin Ala Kurdistanê li wî bajarî were hildan.

 

Weke ku wî rayedarê YNKê yê li Kerkûkê aşkere kir, ku tirsa YNKê ya li ser wernegirtina kursiyê parêzgariyê, vedigere ser wê rikeberiyê ku di nav Tirkmenên Kerkûkê de peyda bûye li ser wergirtina kursiyê parêzgariyê. Mecîd Mehmûd wê yekê piştrast dike ku Tirkmenên Şîe û Tirkmenên Sunî yên Kerkûkê wergirtina postê parêzgariyê weke mafê xwe dizanin û di nav encumena parêzgehê de jî ji bo vê yekê dixebitin û got: "Ne ku tenê li ser postê parêzgariyê, li ser feraşekî jî tirkmenên şîe û sunî li hev nakin û pirsgirêkên wan hene."

 

Çavkaniyekî şarezayê bajarê Kerkûkê ku ji rikeberiya navbera tirkmenên şîe û sunî agahdar e ji Rûdawê re diyar kir: "Niyeta tirkemenan heye postê parêzgariyê werbigrin. Di nav Bereya Tirkmenî ya Iraqê de jî li ser namzedan pirsgirêk derketine holê, bi taybetî şîeyên di nav Bereya Tirkmenî de piştgirî didin anîna parlementerê berê yê Iraqê Fewzî Ekrem Terzî ku di hevpeymaniya şîeyan de li ser lîsteya Tevgera Sedir bûye parlementer û di daxuyanî û hevpeyvînên xwe de dibêje, ne ku tenê Kerkûk bajarekî tirkmen e, herwiha Hewlêr jî bajarekî tirkmen e."

 

Niha asayişa YNKê li Kerkûkê û rêveberiya polîsê Kerkûkê jî ji YNKê re hatiye dayîn, lê hin kursî hene ku ji ber çûna rêveberên wan betal mane.

 

Mehdî Mubarek ku ji pişka PDKê, Rêveberê Çandiniya Kerkûkê bû, niha li Hewlêrê ye û dibêje, ku ew naxwaze di vê rewşê de vegere Kerkûkê, heta ku rewş asayî nebe.

 

Gelek welatiyên Kurd ên li Xurmatoyê ragihandin, ku xanî û malên wan ji aliyê Heşda Şeibî ve hatine şewitandin û talankirin. Niha xelkê Kerkûk û deverên derdora wê ji destê Heşda Şeibî gazinan dikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst