DÊRSIM – Ji bo danasîna gundî derketin xewazayê

24-10-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li gundê Pireyasora navçeya Pilemûriya Dêrsimê gundî ji bo ku herêmê bidin nasîn û dîmenên xweş balkêş ên payîzê bidin nîşandan, li xewazayê meşiyan.


Li Geliyê Pilemûriyê û cihên bilind dar û daristanan ji ber demsala payîzê rengên xwe guherand û dîmenên xweş derketin holê.


Ji bo ku nasandina herêmê bê kirin, gundiyan ji taxa Salordekê dest bi meşê kirin û gihîştin taxa Kadisirtiyê.




Piştî meşeke 10 kîlometreyî gundiyan li ber avgurmê bêhna xwe da û wêne kişandin.


Serokê Şaredariya Pilemûrê Muslum Tosun jî beşdarî meşê bû piştgirî da gundiyan.




Muslum Tosun daxuyand herêm ne bi tenê payîzê, biharê û demsalên din jî bala mirovan dikişîne û wiha axivî: "Mirov dikare hemû rengên payîzê li vê herêmê bibîne. Ev çend salên dawîn herêm bala kesên surişthez dikişîne. Ev meş cara ewil e tê kirin, lê ji sala bê pê ve ewê her sal bê kirin."


Mamosteyê teqawîdbûyî Alî Sosun jî got divê surişt bê parastin ku ji nifşên nû re bimîne û wiha domand: "Ev surişt her cure dewlemendiyê di xwe de dihewîne. Sîvorî, gur, kêvroşk, xinzîr, hirç û çûk gelek ajalên cuda li vir hene. Ji ber ku em wan diparêzin koka wan naqele û her ku diçe cureyên wan zêde dibe. Berê nêçîrvanan ajalan kedînekirî dikuştin, lê niha xelkê me nahêlin û hesas in."



Emîne Arslan a ji gunde jî got ev herêm bihişteke veşartî ye û divê baş bê nasandin.


Arslan got di demên dawîn de mirov êdî bi rehetî li gund, goristan û îbadetgahên xwe digerin û wiha pê de çû: "Em dêrsimiyan û kesên ku ji Dêrsimê hez dikin dawetî vê derê dikin. Bila zarokên xwe bînin vê derê ku vê çandê nîşanî nifşên nû bidin, wan bidin nasandin. Bi ya min ewê bên û paşê wê nikaribin dev jê berdin û wê dîsa bên." (aa)



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst