AMED - Zanayên olî bangawaziya yekîtiya kurdan kir

24-10-2016
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li bajarê Amedê konferansa Hevdîtina Zanayên Olî piştî du rojan bi dawî hat, alimên ku ji çar parçayên Kurdistanê li hev civiya bûn bi dengeke bilind  bangawaziya yekîtiya Kurdan kirin, herwisa rojev li ser şerê pêşmerge û DAIŞê bû, rusipîyên konferansê di derbareyê vê yekê de jî piştevaniya xwe ji bo pêşmergeyên Kurdistanê  anîne ziman û gotin ku şerê pêşmerge şereke rewa ye.


Di roja xwe ya duyem de konferansa Alim ango zanayên olî li bajarê Amedê berdewam kir.


Rûsipiyên olî yên ku ji çar parçeyên Kurdistanê beşdar bibûn, di roja dawî de jî tevlî bernameya yekîtîyê bûn û bi peyameke hevbeş li ser kêşeyê yekîtiya zanayên kurdan û pirsgirêkên di nav misilmanan de nîqaşan birevebirin, ji ber ku rojev germ bû her wisa di konferansê de bala herkesê li şerê pêşmerge û DAIŞê bû.


Berdevkê Zanayên Urmîye Mihemed Cîhangîrî ji Rûdawê re wiha got: “Înşallah ew ittihade bibe ittihadeke ulema û ittihada milletê Kurd, biçin şer bikin  li gel dijminên Kurdan û dijminên îslamê.”


Cîgirê Serokê Yekîtiya Medrese û Aliman Mele Ebdulqudus Yalçin jî dibêje ku tevgerên tundrewê yên ku li ser navê îslamê derketine pêş û dîsa dijberiya misilmanan dikin musîbete ji bo alema îslamê û yek mijareke hêjayê diristkirinê jî ev e.


Cîgirê Serokê Yekitiya Medrese û Aliman Mele Ebdulqudûs Yalçin jî wiha got: “Misilmanên ku dibêjin em dewleta îslamî dixwazim em wan hişk dibînin,heta ji hikmetê  gelek dûr hereket dikin, ji ummeta misilmanan re ev musîbeteke mezine.”


Lêkolîner û nivîskar Abdulkadir Turan jî yek ji vexwendiyê konferansê bû û wî li ser dîroka Kuristanê gotareke pêşkeş kir, her wisa Turan ji Rudawê re li ser şerê Kêrkûk û Musilê got ku şerê ku Pêşmerge li welatê xwe dike şereke meşrû ye.


Abdulkadir Turan wiha axivî: “Çi miletê ku hun bi ser din, ewê herbê bikin ev tişteke tabî ye, yanî ewê hîn gurup werin bavêjin ser Kêrkûkê Musilê silêmanî Hewlêrê qesta mal û namûsa kurdan bikin ew jî bêjin em teslîm bibin tişteke wanî nîne di cîhanê de û Kurd vêya qebûl nakin.”


Konferansa ku ji du rojan pêk hat, bi encamnayeke hevpar bi dawî  bû,  di konferansê de têbîniyyên sereke ev derketine pêş.


Miletê Kurd ji gelek mafên xwe bêpar man e, misilman gelek zilm û tede dîtin nemaze li erdnîgariya Kurdistanê,  Di Kurdistanê de çi Kurdên Elewiyên Dêrsimê çi Sunneyên dinê rastî komkujiyan hatin, divê yekîtiyeke qa'im di nav alim û zanayên Kurdan de hebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst