Partiyên Rêveberiya Xweser ji rêkeftina Komîteya Destûrê nerazî ne

24-09-2019
HUSÊN OMAR
Aliyên Rêveberiya Xweser dibêjin ku Komîteya Destûrê nûneratiya gelên Sûriyê nake
Aliyên Rêveberiya Xweser dibêjin ku Komîteya Destûrê nûneratiya gelên Sûriyê nake
Nîşan Komîteya Destûra Sûriyê Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ragihandina rêkeftina li ser avakirina Komîteya Destûra Sûriyê nerazîbûna partiyên di nava Rêveberiya Xweser de bi xwe re anî.

Roja duşemê, Sekretêrê Giştî yê Netewên Yekgirtî, Antonio Guterres got rêkeftin li ser Komîteya Destûra Sûriyê pêk hatiyem lê di daxuyaniyekê de, partiyên Rêveberiya Xweser û hevalbendên wê şêweyê avakirina Komîteya Destûra Sûriyê û daxuyaniya Guterres rexne kirin.

Sekretêrê Giştî yê Netewên Yekgirtî, Antonio Guterres wiha axivî: "Ez kêfxweş im ku erêkirina hikûmeta Sûriyê û desteya danûstandinkar li ser Komîteya Destûrî ya bawerpêkirî, hevseng û giştgîr ragihînim. Neteweyên Yekgirtî dê karê wê li Cinevê hêsan bike. Ez pêşwaziyê li vê pêşketinê ji aliyê hikûmet û opozisyonê dikim. Şandiyê min ê taybet hêsankarî ji bo rêkeftinê kir li gor biryara Encûmena Asayişê 2254 û komîteya destûrî dê di çend hefteyên bê de bicive."

Her kêliya ku Guterres pişta xwe da rojnamevanan, 30 partî û rêxistinên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê nerazîbûna xwe ji komîteya destûra Sûriyê ragihandin.

Di daxuyaniyekê de, partiyên Rêveberiya Xweser û hevalbendên wê rexne li şêweyê dirustkirina komîteya destûra Sûriyê û daxuyaniya sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî girtin.

Li gor daxuyaniyê aliyên ku gihaştine nêrîneke hevbeş ji bo dirustkirina komîteya destûrî ne aliyên Sûrî ne lê belê aliyên Rûsî, Tirkî û Îranî ne.

Ew dibêjin: "Aliyekî sereke di çareserkirina kirîza Sûriyê de ku Rêveberiya Xweser û MSD ye ji komîteya destûrê hatiye dûrxistin. Ev komîte nûnertiya tevahiya aliyên Sûrî nake, lewma ew berûvajî biryara neteweyên Yekgirtî 2254 e.  Divê nûneratiya aliyên siyayî yên bakur û rojhilatê Sûriyê di danûstandinên Sûrî de û tevhiya komîteyan de hebe."

Di heman çarçoveyê de, Endamê Kurd di parlemana Sûriyê de û endamê şandeya hikûmeta Sûriyê ji bo danûstandinên Cenêvê Omer Osê ragihand ku ne hikûmet û ne opozisyona Sûriyê tu mafên neteweyî ji bo Kurdan qebûl nakin.

Omer Osê got: "Nûnertiya Kurdan di komîteya destûrê de lawaz e, ji ber ku Rêveberiya Xweser û hin aliyên din ên Kurd jê hatine dûrxistin. Du sedemên sereke ji bo vê yekê hene, ew jî nelihevkirina aliyên Kurd û destêwerdanên navherêmî û navdewletî ne, bi taybet Tirkiyê ku Veto daniye ser beşdarkirina Rêveberiya Xweser, PYD û hin kesayetiyên Kurd."

Roja yekşemê, berpirsekî astbilind li Neteweyên Yekgirtî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibû ku hikûmet û opozisyona Sûriyê li ser gelek babetan nakok in, lê her du alî li ser pirsa Kurd û dijatiya federalîzmê hevra ne û xwediyê heman helwetê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst