Barhilgirê otomobîl perçiqand: Mirî û birîndar hene

24-08-2024
RÛDAW
Nîşan Erzingan Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê barhilgir û otomobîlek li hev qelibîn, 4 kes mirin û 2 kes jî bi birîndar bûn.

Li ser rêya Erzîngan û Sêwazê  barhilgir û otomobîlek li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirûstiyê çûn cihê bûyerê.

Li gorî zanyariyan 3 kesan li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û 3 kes jî giran birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyê lê ligel hemû midexaleyan zarokê birîndar canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku rewşa 2 birîndarên din jî giran e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst