Heval Ebûbekir: Berî niha li Silêmanî jî çendîn bûyerên weke êrişa Hewlêrê rû dan

24-07-2018
RÛDAW
Nîşan Heval Ebûbekir Silêmanî Parêzgariya Hewlêrê Teror
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir di hevpeyvînekê de ku ji Dengê Amerîkayê re axiviye ragihand ku berê jî li Silêmaniyê hewldanên terorî yên weke êrişa ser Parêzgariya Hewlêrê qewimîne û got: “Lê me nehişt di medyayê de derkeve.”

 

Heval Ebûbekir ji Dengê Amerîkayê re axivî û got: “Berî ku ev karê terorîstî li avahiya Parêzgariya Hewlêrê biqewime, çendîn hewldanên bi vî rengî li Silêmaniyê qewimîn, lê me nehişt di medyayê de belav bibe, ew nûçe jî li gor ku me zanî hewldanên terorîstî bûn. Niha DAIŞiyên lokalî li Iraqê mane û komên razayî, kesên rêxistinkirî û nerêxistinkirî ne, lê belê ji aliyê Asayişê ve hatine desteserkirin û hatine darizandin.”

 

Ebûbekir destnîşan dike ku tiştê li Hewlêrê qewimî karekî "terorîstî" bû û li ser kesên ku hewl dane li sînorê parêzgeha Silêmaniyê karên terorîstî bikin dibêje: “Piraniya wan li deverên madeya 140 bûn (deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê) û beşeke wan jî li nav Silêmaniyê bûn.” Lê belê Heval Ebûbekir li ser armancên ku wan koman xwestine êriş bike eşkere nekir.

 

Duh serê sibehê di saet 07:15an de 3 çekdar ketin nav avahiya Parêzgariya Hewlêrê û piştî çar saet ji operasyona Asayiş û hêzên ewlehiya Hewlêrê, hersê êrişkar hatin kuştin û operasyon bi dawî bû.

 

Çekdaran di destpêkê de polîsê li ber deriyê avahiya Parêzgariya Hewlêrê birîndar kirin û piştre ketin nav avahiyê. Çekdaran du çayger dîl girtin, hêzên ewlehiyê yek ji wan rizgar kir û yê din jî şehîd bû. Herwiha çar karmendên hêzên ewlehiyê birîndar bûn, ku birîna sê ji wan sivik e.

 

Rûpela Dijeterorê li tora civakî ya Facebookê nasnameya her sê êrişkarên îro yên li Hewlêrê belav kiriye û ragihandiye: “Li gorî lêkolînên destpêkê, ew sê çekdarên ku îro danê sibê êrişî avahiya parêzgariya Hewlêrê kirin û di rûbirûbûna hêzên ewlekariyê de hatin kuştin, hevwelatiyên Herêma Kurdistanê ne û nîştecihê taxa Qelata Nû ya bajarê Hewlêrê ne.”

 

Li gorî zanyariyên destpêkê, nasnameya her sê êrişkaran bi vî awayî ye; Rehêl Mihemed Rostem Mûsa jidayikbûyê sala 2002, Bîlal Silêman Ebdulrehman Ehmed jidayikbûyê sala 2000, Ebdulrehman Rehîm Qadir Hisên jidayikbûyê sala 2002an.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst