Çinar Seid Ebdullah: Hin alî bazirganiyê bi birîna Kurdên Êzidî dikin

24-06-2016
RÛDAW
Çinar Seid Ebdullah
Çinar Seid Ebdullah
Nîşan Şinar Seid Ebdullah PDK Kurdên Êzidî Karesat Şingal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endama Serkirdatiya PDKê Çinar Seid Ebdullah îdîa û gotinên ku li ser navê wê derbarê Kurdên Êzidî de hatine belavkirin, red dike û dibêje, hin kes û aliyên siyasî bo berjewendiyên xwe bazirganiyê bi birîna Kurdên Êzidî dikin.

 

Roja duşemiya borî 19ê Hezîran a 2016, hevpeyvîneke Endama Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û pisporê zanista Civaknasiyê Dr. Çinar Seid Ebdullah derbarê êrişên DAIŞê bo ser Şingalê, komkujkirina xelkê Şingalê û derdora wê û revandina keç û jinên Kurdên Êzidî, li Beşa Ingilîzî ya malpera Rûdawê hatibû belavkirin.

 

Beşek ji gotinên Şinar Seid Ebdullah bûne sedema dilgiraniya Kudên Êzidî û herwiha di torên civakî de jî gelek rexne li wê endama PDKê hat kirin û kempînek berfireh li dijî wê dest pê kir.

 

Heman rojê Çinar Seid Ebdullah bi rêya Rûdawê daxuyaniyek bo zelalkirina mijarê belav kir û ji ber şaşfêmkirina gotinên xwe daxwaza lêborînê li Kurdên Êzidî kir. Di heman daxuyaniyê de Dr. Çinar ragihand, rêz li hemû taybetmendiyên kulturî û olî digire û tekez kir: Mebesta wê bi zelalî û wek xwe negihîştiye û bi şaşî nirxandin bo hatiye kirin.

 

Çinar Seid ku hevdem endama Koma Aştiya Jinên Serkirde li Kurdistanê ye û di kabîneya pêncem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî Wezîra Şehîdan û Enfalkiriyan bû, bi xwe qurbaniya destê komên çekdar e û 18ê Sibat a 2004an di teqîneke terorîstî de li Hewlêrê bavê wî Seid Ebdullah şehîd bû.

 

Dr. Çinar Seid Ebdullah îro beşdarî di bultena nûçeyan a saet 20:00an a televizyona Rûdawê de kir û li ser gotin û kempînên li dijî wê axivî.

 

Wê berpirsa PDKê ragihand: “Mixabin têgihîştina şaş, nirxandina şaş an jî destkarîkirina riste û gotinan gelek caran dibin sed em ku peyam wek xwe negihîjin. Me xwast peyameke erênî bigihînin. Peyama dirist jî ew bû ku me xwast behsa encamên civakî bikin. Gelek caran li cîhanê karest bi ser gelan de hatine û wan karîne soza navdewletî ji xwe re qazanc bikin û mifayê jê werbigirin. Bo mînak komkujkirina cihûyan ji aliyê Nazî yên Almanya ve ku piştre cihûyan karî xwe bihêz bikin û dewletekê ji xwe re ava bikin.”

 

Çinar Seid Ebdulah amaje bi karesatên ku bi serê gelê Kurd de hatine kir û destnîşan kir: “Gelek caran serkirdeyên Kurd dibêjin kîmyabarankirina Helebceyê bû sedema nasandina Kurdan bi cîhanê. Ev yek nayê wê wateyê ku karesata Helebce baş bû, belku tê wê wateyê ku ew karesat bû sedem ku Kurd xwe bihêz bikin û pêgeha Kurd bihêz bibe û nebû sedema rûxana me û serketina plana dijminên me.”

 

Di berdewamiya axavtina xwe de, Wezîra Berê ya Şehîdan û Enfalkiriyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn, ku mebesat wê ew bû ku her çi qasî ku karestan bi serê Kurdên Êzidî de het, xemnak û giran bû û her çi qas ku gelek kes tê de qurbanî bûn, lê belê gelê Kurd û pêkhateya Êzidî wek beşek ji netewa Kurd, bi wê karesatê neşikestin û li ser asta navdewletî bihêz derketin û niha dostên wan li cîhanê zêdetirin.

 

Dr. Çinar tekez kir, niha hevsoziya xelkê li gel Kurdan û Kurdên Êzidî zêdetir e û dibe di pêşerojê de sûd ji wan karestan bê wergirtin da ku Kurd bihêztir bibin û welatê xwe avedan bikin.

 

Çinar Seid Ebdullah herwiha bi tundî rexne li wan kes û aliyan kir, ku gotinên wê berovajî dikin û bo berjewendiyên xwe yên kesî û partayetî û siyasî gotinên derew li ser navê wê belav dikin.

 

Çinar Seid Ebdullah got, hin kes û alî hene ku berjewendxwaz in û bo berjewendiyên siyasî û kesî bazirganiyê bi birîna Kurdên Êzidî dikin.

 

Wê berpirsa PDKê wiha berdewam kir: “Bi hest û birînên qurbaniyan re dilîzin û dixwazin bi rêya destkarîkirina riste û gotinan destkevtên takekesî, siyasî û partayetî bi dest bixin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst