DAIŞê gelek mayin li gundên derdûra Qamişlo û Hesekê danîne

24-05-2017
Rûdaw
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Derketina DAIŞê ji bajar û gundewarên derdora Hesekê û Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê  ne dawiya krîza vê navçeyê ye. DAIŞê dijminekî bihêztir li paş xwe hişt, ew jî çandina mayinan e, li gundên ku ji xelkên xwe vala bibûn.

 

Bi sedan xelkên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran jî  kêmendam bûne  ji ber teqîna mayinên DAIŞê.

 

Birîndarê mayinekê Ehmed wiha got: “Min û hevalê xwe Ebdulselam şivantiya pezê xwe dikir dema ku mayin bi min de teqiya. Piştî teqînê me bazda, lê di nîvê rê de min hest bi birîna xwe kir û ez ketim erdê. Hevalê min bazda ji bo alîkariyekê ji min re bîne. Hevalê min birayê xwe û apê min bi xwe re anî. Apê min jî yekser ez birim Menacîr ji bo çareseriya tendirustî. Ji Menacîr jî ez birim Serê Kaniyê û piştre ez birim Qamişlo ji bo neştergeriyekê ji destê min re çêke."

 

Çarenivîsa xelkê di van gundan de nayê zanîn, lê hin ji wan tevî tirs, hejarî û metirsiyê dixwazin li mal û zeviyên xwe bimînin.

 

Kesekî bi nave Silêman jî got: “Em li gundê Kezebreşî bûn. DAIŞê kete gund û berra me da. Wan hejmareke mezin ji me serjê kirin, malên me şewitandin, agir bi vê mala min xistin. Piştî derketina wan careke din min mal ava kir. Dikaneke min ji bihayê 2 milyon lîreyên sûrî hebû, lê DAIŞê hemû dizîn. Em talan bûn."

 

Tîmên pispor ji bo rakirina mayinan di Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, ji çend mehan ve, li navçeyên ku hatine kontrolkirin ji destê DAIŞê li gundewarê Hesekê û Qamişlo,  dest bi pûçkirin û rakirina mayinan kirine.

 

Mistefa Şîlan ji tîma rakirina mayinan a ser bi HSDê ve ragihand ku heya niha grûpên endaziyariya pispor karîne 7 hezar mayin ji navçeyên derdora Minbicê rakin.

 

Bi sedema teqîna mayinên çandî, bi sedan ji sivîlên Sûriyê hatine kuştin, ev ji bilî kesên ku dest û lingên wan hatine jêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst