Li Colemergê vekirina rêyên zozanan berdewam in

24-04-2022
RÛDAW
Nîşan Vekirina Rêyan Zozan Colemêrg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ligel ku demsala biharê ye lê hê jî li hinek deveran nêzîka 8 metre berf heye û kar û xebatên vekirina rêyên zozanan berdewam in.

Li parêzgeha Colemêrgê ku zivistana wê dijwar û demdirêj e, paqijkirina berfê û vekirina rêyan berdewam e.

Li gor agahiyan tîmên Rêveberiya Taybet a Colemêrgê bi armanca vekirina rêyên zozanan ku cihê herî bilind yên bajêr in kar û xebatên xwe li Mergezerê berdewam dikin.

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê îsal barîna berfê zêde bû û sir û seqem heta destpêka demsala biharê jî berdewam bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst