Li Şemzînan malek bi tevahî şewitî

24-04-2019
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Şemzînan Şewat Kemal Sever
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê di malekê de şewat derket, mal tevahî şewitî.


Li taxa Modayê ya navçeya  Şemzînan di mala welatiyê bi nave Kemal Sever de ji ber sedemeke ku hêj nediyar şewat derket.


Kemal Sever hevjîna xwe û 2 zarokê xwe ji malê derxistin.

 


Tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û bi alîkariya welatiyan şewat vemirandin, lê mal bi tevahî şewitî.

 

Hat ragihandin Kemal Sever û hevjîn û du zarokên wî wek tedbîr bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînan hatin şandin û rewşa wan jî baş e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst