Li gundekî Mêrgesor firokeyên şer ên Tirkiyê bi nizmî firiyan

24-04-2019
RÛDAW
Nîşan Mêrgesor Firoke Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Firokeyên şer ên Tirkiyê bi nizmî li esmanê gundê Kolekan ê ser bi navçeya Mêrgesor firiyan û li gor gotina niştecihên gund, ji ber vê bûyerê li nav xelkê tirs çêbûye.

 

Qaymeqamê Mêrgesor Xefûr Ehmed Maleswarî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Îro piştî nîvro (24-04-2019) ji çiyayê Kewêt mûşekek arasteyî baregeheke Artêşa Tirkiyê hat avêtin. Wisa tê gotin ku gerîlayên PKKê mûşekek avêtiye. Vê yekê jî wisa kir ku firokeyên şer ên Tirkiyê bi nizmî li esmanê herêmê firiyan û vê yekê li nav dilê xelkê herêmê tirs çêkiriye.”

 

Çiyayê Kewêt dikeve paş gundê Kolekan ê ser bi bajarokê Pîran ê navçeya Mêrgesor a li sînorê parêzgeha Hewlêrê, Artêşa Tirkiyê baregeheke leşkerî li ser çiyayê Kewêt daniye, ew jî bi hinceta rûbirûbûna PKKê û parastina deverên sînorî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst