Zêdeyî 19 hezar geştyaran serdana Germiyan kirine

24-03-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Germiyan Geştiyar Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Kelar (Rûdaw) – Hatina geştyaran bo Herêma Kurdistanê berdewam e. Peyamnêrê Rûdawê ji Kelar ragihand ku di hundirê 6 rojên borî de bi helkefta pîrozbahiyên Newrozê tenê di Deriyê Sînor ê Perwêzxan re 736 kes hatine Herêma Kurdistanê.

 

Derbarê hatina geştyaran de Peyamnêrê Rûdawê li Kelar Helo Mihemed got: “Herçiqas amarên dawî nehatine belavkirin, lê ji 18ê Adarê ve heta niha di Deriyê Sînor ê Perwêzxan re 736 kes hatine Herêma Kurdistanê. Beşek ji wan xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne û beşê din ji bajarên din ên Îranê hatine. Berhevkirin ligel sala borî hejmar zêde bûye ku par nêzîka 400 kesan hatibûn.”

 

Derheqê çûna geştyaran ji navçeyên din bo sînorê Germiyan, Helo Mihemed wiha axifî: “Bi giştî zêdeyî 19 hezar kes hatine sînorê îdareya Germiyan wek; Sertek, Banî Bî, Baxehenare, Gom Behrî, Quretû û hemû wan navçeyên geştyarî. Lê geştyarên tên deverê demeke kurt dimînin.”

 

Li gor Peyamnêrê Rûdawê, heta niha ti sûdeke wiha ji navçeyên geştyarî yên Germiyan nehatiye wergirtin bi taybetî ava Sîrwan. Berê projeyeke geştyarî li ser ava Sîrwan hebû, lê ji ber krîza aborî rawestiya ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst