Navenda Nûçeyan - Serokê şanda Dibereya Sûriyêdi danûstandinên Jenêvê de Esed Zuibî sivikatiyê bi Kurdên Rojavayê Kurdistanê kir û ragihand, Kurd berê hêvî dikirin, ku Serokê Sûriyê yê berê Hafiz Esed wan weke mirov bihesibîne, lê niha zêdegaviyan dikin û li ser “xwîna gelê Sûriyê” federalîzmê û dewletê dixwazin.
Serokê Şanda Dijbereya Sûriyê di muzakereyên Jenvêvê yên bo çareserkirina kirîza Sûriyê de Esed Zuibî di medyaya girêdayî dijbereyê de axavtinên sivik û kirêt gotin Kurdên Rojavayê Kurdistanê.
Esed Zuibî dike ragihand, di demên berî de Kurdan xwe davêtin ber bextê Serokê Sûriyê yê berê Hafiz Esed ji bo ku weke mirovan werin dîtin, lê belê niha niha doza federalîzmê dikin.
Zuibî di axavtina xwe de behsa herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê jî dike û bajarê Kobanî wek bajarekî Erebî bi nav dike. Di nav axavtinên xwe de Zuibî bêrêziyê li hember Hêzên Pêşmerge yên Başûrê Kurdistanê jî dike û li ser şerê rizgarkirina Kobanî ji destê çekdarên DAIŞê jî dibêje, Kobanî ji aliyê çekdarên dijbereyê ve hat rizgarkirin.
Serokê Şanda Dijbereya Sûriyê dibêje, Hêzên Pêşmerge li ber 10 çekdarên DAIŞê reviyan û paşê bi planeke navdewletî 10 pêşmerge şandin û gotin, ku Kobanî ji aliyê Kurdan ve hatiye rizgarkirin.
Esed Zuibî li ser nifûsa Kurdan li Sûriyê jî diaxive û tekez dike, ku rêjeya Kurdan li Sûriyê tenê %1 e.
Axavtinên kirêt û bêrêziyên Zuibî rastî nerazîbûnên berfireh ên Kurdan hatiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse