Hewlêr (Rûdaw) – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku wek baskê çekdarî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Rojavayê Kurdistanê tê naskirin, ragihand, ew tîma şervanên wan ên ku pêwendî bi wan re nemabû, hemiyan jiyana xwe ji dest dane.
YPGê îro di daxuyaniyekê de ku li ser malpera fermî ya xwe belav kiriye, ragihand, hat zanîn ku ew şervanên ku di şerê roja 19ê Adarê de li devera Sirînê ya Kobanê pêwendî bi wan re nemabû û hejmara wan 5 kes bû, jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî daxuyaniya YPGê, hemû endamên wê tîmê Rojavayî ne ku temenê wan di navbera 33 sal heta 20 sal de ye.
Çend roj berê jî YPGê ragihand, di şerê digel çekdarên radîkal ên îslamî de li herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê, 9 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane.
Bi vî awayî, li gorî amarên YPGê heta ji roja 19ê Adarê ve heta niha herî kêm 14 endamên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse