Li Cizîrê agir bi kargehekê ket: 6 karker bi jehrî ketin

24-02-2023
RÛDAW
Nîşan Cizîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê agir bi kargeheke berhemanîna deriyên PVC ket û 6 karkerên di hindirê kargehê de bi dûmanê bi jehrî ketin.

Li gor zanyariyan roja Înê 24ê Sibata 2023an li navçeya Cizîrê ya ji ber sedemek nediyar agir bi kargeheke berhemanîna deriyên PVC ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û hewildan agir vemirînin.

6 karkerên ku di kargehê de bûn ji ber  bandora dûkelê bi jehrî ketin û bo Nexweşxaneya Dewletê ya  Cizîrê hatin rakirin.

Hat ragihandin tîmên agirvemirandina piştî 6 demjimêran agirê kargehê vemirandin.

Agir li kargehê bû sedema zerereke zêde ya maddî û lêkolînên li ser sedema derketina agir berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst