EFRÎN – Şer dijwar dibe, navçe tê bombebaran kirin

24-02-2018
RÛDAW
Nîşan Efrîn Şer Bombebaran
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Hat ragihandin ku firokeyên şer ên Artêşa Tirkiyê navenda navçeya Cindirês û gundê Erebwêranê yê Şerayê bombebaran dikin û li gundê Hacîlka jî şerekî dijwar di navbera şervanên YPG-HSDê Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê de diqewime.

 

Li gor medya nêzîkê PYDê, firokeyên şer ên Artêşa Tirkiyê navenda navçeya Cindirês û gundê Erebwêranê yê Şerayê bombebaran dikin û li gundê Hacîlka ji saet 05:30an ve şerekî dijwar di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG)- leşkerên Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê de diqewime.

 

Derbarê zerar û ziyanên maddî û mirovî de tu agahî nehatine belavkirin, lê tê gotin ku li wan navçe û gundên tên bombebarankirin sivîl dibin armanc û jiyan li wan nemaye.

 

Ji ber êrîşên Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê bo ser herêma Efrînê, hejmareke zêde ya welatiyên bajarok û gundên ser bi Efrînê koçber bûne û berê xwe dane navenda bajêr.

 

Ji roja 20ê Çileya 2018ê ve êrîşên Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê bo ser Efrînê dest pê kirine û heta niha berdewam in. Di van êrîşan de dehan welatiyên sivîl bûne qurbanî û birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst