Nexweşek ji ber gîrobûnê li deriyê sînorî yê Xabûrê mir

24-01-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyê nexweş ê Herêma Kurdistanê yê bi navê Ebdullah Silêman, ku dixwast bo dermankirinê derbasî Tirkiyê bibe li deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl (Xabûr) 5 saetan li bendê ma ji ber wê jî jiyana xwe ji dest da.

Welatiyê Herêma Kurdistanê yê bi navê Ebdullah Silêman ê ku nexweşiya dilê pê re hebû, îro (24.01.2014) xwast derbasî Tirkiyê bibe û here dixtor lê li deriyê sînorî yê Xabûrê 5 saetan hat rawestandin.

Li gorî DÎHAyê, lê dema Ebdullah derbasî aliyê Tirkiyê bû li nav rê û li nêzîkî navçeya Cizîrê ya Şirnexê rewşa wî têk çû û jiyana xwe ji dest da.

Hat zanîn, Ebdullah ji bajarê Dihokê yê Herêma Kurdistanê û temenê wî jî 55 sal bû.

Birayê Ebdullah, Salîh Silêman bertek nîşanî vê rewşê da û wiha got: "Dema em hatin Tirkiyê ji me xwastin ku em derbasî rêza otomobîlan bibin. Her çendî me got nexweşê me heye lê dîsa jî destûr nedan me. Dema me jî hewl da ku em bêsire derbas bin karmendên gumrikê 140 lîre (nêzîkî 80 dolar) ceza dan me. Em 5 saetan li deriyê Xabûrê man piştre em derbasî Tirkiyê bûn. Dema ku me xwast biçin Nexweşxaneya Êlihê li nêzî navçeya Cizîra Şirnexê kekê min jiyana xwe ji dest da."


salih diyar kir ku berpirsyarê mirina birayê wî rêveber û karmandên gumrika Xabûrê ne û wiha got: "Sedema van nêzîkbûnan ji ber wê ye ku em kurd in, em rastî van kêfkariyan tên. Nêrîna Tirkan a li hemberî gelê kurd ti carî nayê guhertin."

Cenazeyê Ebdullah Silêman bi otomobîla cenazeyê ya Şaredariya Cizîre şandin Herêma Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst