Xwarina ji bo barîna baranê: Zêw

23-12-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Xwarin Zêw Rojava Kurdistan Baran
A+ A-

Heseke (Rûdaw) - Di salên nebûna yan derengketina baranê de, li gelek herêmên Rojavayê Kurdistanê xelk xwarina “Zêwê” çê dikin.

 

Li herêma Koçeran a li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, ji bo barîna baranê xelk daneke xwarinê çêdikin, ku jê re dibêjin “Zêw”.

 

Zêw li wan herêman kevneşopiyke naskirî ye û xelkê gund ji mezin heta biçûkan lê amade dibin, û diayan dikin ku Xwedê baranê bibarîne.

 

Şivan Merî diyar kir ku ew weke niştecihên gund bi hev re li ciheke xwarina Zêw dixwin û ji bo barîna baranê diayan dikin.

 

Di  xwarina Zêwê de, bêhtir zarok beşdar dibin, ji ber ku li gorî baweriya xelkê gunehên wan tunene, û dibêjin dê xwedê diayên wan qebûl bike û baranê bibarîne.

 

Li Herêma Aliyan li gundê Gundikê Murad, ji ber derengketina baranê Zêw hate çêkirin.


Di vê Zêwê de, xelkê bi diayan ji Xwedê xwestin ku baranê bibarîne û berhemên îsal geş û xweş bike.

 

Nivîsîn: Aydin Bayram

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst