Galeriya wêneyan

23-12-2016
15 Photos
RÛDAW

Hewlêr (Rûdaw) –

 

Li Zanîngeha Kurdistanê ya Hewlêrê merasîmek bo şeva Çile ango şeva Yelda birêve çû.

 

Di merasîmê de çendîn çalakiyên cor bi cor hatin encamdan, ku amaje bi kultura dêrîn a gelê Kurdistanê dikirin.

 

Herwiha di wê merasîmê de ke şeva 20ê Kanûnê hatibû sazkirin, helbestên helbestvanên navdarên Kurd jî hatin xwandin. Ji bilî wê yekê, mûzîkên kevn û nû yên kurdî û cîhanî jî hatin pêşkêşkirin.

 

Cejna şeva Çile yan şeva Yelda dirêjtirîn şeva salê ye û yek ji kulturên kevnar ên gelê Kurd û gelên li Rojhilata Navîn e.