Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) da xuyakirin, ku ji bo lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê ew bi her awahî ji bo her kar û erkekî amade ne.
Di hevpeyvînekê de ku bi ajanaseke nûçeyan a nêzîkî Rêveberiya Xweser re encam daye, Hevserokê PYDê Şahoz Hesen got, ew hewl didin ku têkiliyên xwe bi tevahiya hêz û aliyên Kurdî re li Rojava û parçeyên din ên Kurdistanê xurt bikin, daku nêzîkbûnek çê bibe.
Şahoz Hesen herwiha got, heta niha dem derbas nebûye û ji bo doza gelê Kurd, divê dûrketina di navbera hêz û aliyên Kurdî de nemîne.
Bi gotina Şahoz Hesen, eger yekdengî di navbera hêz û aliyên Kurdî de hebe, dê giraniya Kurdan li ser asta herêmî zêdetir bibe.
PYDê di meha Îlona sala 2017ê de kongreya xwe ya heftem saz kiribû û têde Şahoz Hesen tevî Hêvî Mistefa weke hevserokê nû yên wê partiyê, li şûna Salih Muslim û Asya Ebdullah hatibûn hilbijartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse