Antony Blinken: Amerîka amade ye Şingalê avedan bike

23-11-2015
RÛDAW
Nîşan Amerîka Kurdistan Antony Blinken Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di civîna ligel Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de ragihand, Amerîka amade ye di avedankirina Şingalê de beşdar be.

 

Îro Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û şandeke pê re kir.

 

Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kiriye, di civînê de ku Alîkarê Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Qubad Talebanî jî amade bûye, Antony Blinken li hember serkevtinên Hêza Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de û bi taybet kontrolkirina Şingalê ji aliyê pêşmerge ve kêfxweşiya xwe anî ziman.

 

Antony Blinken hevrêzî û hevkariya di navbera hevpeymanan û Hêza Pêşmerge de û bi atybet jî di pêkanîna operasyona rizgarkirina Şingalê de bilind nirxand û wek destkevtek mezin bi nav kir.

 

Bilinken herwiha tekezî li ser berdewambûna alîkariyên leşekrî yên Amerîka bo Hêza Pêşmerge û herwisa alîkarîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê di avedankirina navçeya şingalê de kir û amadebûna Washingtonê bo jinûve avakirina Şingalê ragihand, ku ji ber şer pirraniya bajêr wêran bûye.

 

Blinken herwiha behsa serdanên xwe bo kampên aware û koçberên li Başûrê Kurdistanê kir û amaje bi wê çendê kir, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdebarî kirîza darayî, şerê DAIŞê û ew barê giran ku li ser milê wê ye, kariye bi baştirîn şêwe himbêza xwe ji aware û koçberan re veke û xizmetguzariyên pêwîst pêşkêşî wan bike.

 

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê destnîşan kir, ew dê bi rêya tikiliyên xwe ve civaka navdewletî dehf bidin daku zêdetir alîkariyan bidin Hikûmeta Herêma Kurdistanê, daku ew barê giran ê ku li ser mile Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, hinek siviktir bibe.

 

Herwiha di vê civînê de Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya hewlên Amerîka û piştgîriya wan bo Hêza Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de kir û ragihand, ku ji ber wan alîkarî û piştgîriyên Amerîkayê balansa hêzê di eniyên şer de bi qazanca hêzên pêşmerge de hatiye guhertin.

 

Derbarê rewşa aborî ya Başûrê Kurdistanê de jî, Nêçîrvan Barzanî ji Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken re got, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo pêkanîna reforman û bi atybet di warê aborî de planek amade kiriye.

 

Blinken jî tekezî li ser piştevaniya Amerîkayê bo pêkanîan reforman li Başûrê Kurdistanê kir û da xuyakirin, ew dê ji aliyê pisporî ve û bi rêya şêwirmendan û bo serxistina wan reforman alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.

 

Di beşeke din a civînê de herwiha pêwendiyên du alî yên navbera Başûrê Kurdistanê û Amerîkayê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, çareserkirina arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û herwiha rewşa deverê bi giştî hatin nirxandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst