Amed (Rûdaw) - Piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê bi awayeke sîstematîk li gelek navçeyên Bakûrê Kurdistanê qedexekirina derketina kolanan hate ragihandin û hîn jî berdewam e. Akademîsyen û hiquqnas amaje dikin ku ev yek bi awayeke zanebûnî ji aliyê dewletê ve tê rêvebirin.
Li Bakûrê Kurdistanê li gelek navçeyan dor bi dor qedexekirina derketina kolanan tê ragihandin û ev yek jî wek awayeke sîstematîk li ser xeta silopî, Cizîra Botan, Nisêbîn, Sûr û Farqînê dimeşe. Akademîsyen amaje dikin qedexekirina derketina kolanan bi helwesta dewletê ya salane li ser Bakûrê Kurdistanê ve girêdayî ye.
Pisporê Siyasetê û Akademîsyenê Zanîngeha Dîcleyê Vedat Koçal ji Rûdawê re diyar kir ku di salên 90î de zozan dihatin qedexekirin û li bajaran jî rewşa awarte hebû niha jî herêmên serbazî tên ragihandin û wiha domand:
“Qedexekirina derketina kolanan tê ragihandin ev yek dide nîşan ku dewlet dixwaze pirsgirêka kurd kontrol bike lê nexwaze çareser bike. Qedexekirina derketina kolanan jî berdewamiya kevneşopiya dewletê ye.
Hiquqnas di wê baweriyê de ne ku dewleta Tirkiyê dixwaze li Bakûrê Kurdistanê rewş ne aram be û kolana xendeqan jî hênceteke baş dide dewletê.
Qedexekirina derketina kolanan herî dirêj li Farqînê bi 12 rojan hatibû meşandin. Di nava 3 mehande jî zêdetirî 20 hezar kesî heta niha ji Farqînê koç kirine
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse